CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heşt keçên werzîşkar kir

Roja 19.01.2022ê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya heşt keçên werzîşvanên bilindkirina giraniyê kir ku bûne yekemê palewaniya welatên Erebî ya bilindkirina giraniyê.

Werzîşvan hemû xelkê Herêma Kurdistanê bûn û wekî tîma Iraqê beşdariyê li palewantiyê da kir ku rojên 26 heta 31ê meha derbasbûyî li Hewlêrê birêve çû û komek xelatên zêr û zîv û bronzê wergirtin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li werzîşvanan kir û dûpat kir ku pêkve li gel malbatên wan bi wê serkeftina wan xweşhalin û şanaziyê pêve dikin, her wiha hemû piştgîriyeke ji bo berdewamiya karwana werzîşiya wan derbirî û hêviya ber bi pêşveçûn û serkeftinên berdewam ji bo wan xwest.

Ji aliyê xwe ve werzîşvanan spas û xweşhaliya xwe ji bo pêşwazî û pêzanînên birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirîn û dûpat kirin ku ev piştgîrî handera wan dibê ji bo berdewamî û serkeftin û hengavên mezintir.

 

Back to top button