PolîtîkRojev

Demirtaş derkeve nikare jiyana xwe biparêze..!

Mamustayê zaningeha Munzir a Dersimê Prof.Dr. Ali Kemal Ozcan di derbarê gotina serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan de şiroveyek balkêş kir. Tê zanîn ku Erdogan ji berî heftiyekî di gruba partiya xwe de behsa nakokiyên di nava PKKê de kirîbû. Erdogan gotibû; Yê li Edirne (behsa Demirtaş dike) ,dê hesabê herî mezin bide yê li Îmralî yê(Behsa Ocalan dike). Herkes welê dizanê ku rewşa wan gelek baş e. Lê di nava wan de jî nakokiyên mezin hene. Wê vê muhasebe bi hevre bikin.

Sala 2019ê dema hilbijartinên şeredariya çêbûyin Ali Kemal Ozcan li Îmralî serdana Ocalan kir û Ocalan nameyek dabû Ozcan. Ocalan di nameya xwe de ji HDPê daxwaz kirîbû ku, di hilbijartinên şeredariyan de bê alî bimînin. Ev name ji aliye Prof.Dr. Ali Kemal Ozcan ve hatîbû eşkerekirin.

Di derbarê axavtina Erdogan ya roja 12.01.2022ê de Ozcan bersiva pirsen Medyascopê dan û got: Ez nizanim mebesta Erdogan çiye. Ma tene Erdogan vê yeke dizane? Dema Selahatin Demirtaş ji hepse derkeve, ji Ocalan wêde dê gele Kurd jî jê bipirse te ji bo çi got: “ Em te nakin serok“

Ozacan got ku, ji berî hilbijartinê dewletê ez rêkirim Îmralî. Dewlet kiye? Serê dewletê de Erdogan heye. Ne bi teqdîra Erdogan bûye min tu carî nikariye herim Îmralî. Ev rastiyeke û min çendî cara jî gotiğe.

Ozcan dibêje ku, berpirsê têkçûna pêvajoya aşitiyê Demirtaş e. Demirtaş ji hepse derkeve nikarê canê xwe biparêze. Yê ku bikaribe canê wî xilas bike Abdullah Ocalan e.

Berdewamiya axavtina xwe de Ozcan dibêje: Erdogan ne Erdoganê bere ye. Eger xwe ve werê û li eyarê xwe yê bere vegere, dê cardin faktora Olan bi kar bîne.

Back to top button