CivakRojev

Berf û Bahozê jiyan sekinand

Li Bakurê Kurdistanê berf û Bahozê jiyan anîye asta sekinandinê. Eve demeke gelek bajarên bakurê Kurdistanê berfek zê de dibare û gelek rêyên gund û navçeyan hatine girtin û barîna berfa zêde bandorê li jiyana xelkê ya rojane dike.

Ji doh ve li Diyarbekir heta Dîlokê berf dibare. Rêya Dilok û Edeneyê hate girtin û bi hezran wesayet di rê de asê man. Xelkêk zê de di wesayetên xwe de bêçare man. Li gora daxûyaniya parêzerê Dîlokê, li ser rêyên sereke 45-50 cm berf bariye û wesayit nikarin bilepitin û ji şevîdin ve 2000 kes hatina xilas kirin û cih kirin.

Herweha derketina derveyê bajêr hatiye qedexekirin û nabê xelkek bi wesayeta sefer bike.

Back to top button