CivakRojev

Artêşa Iraqê li Şingalê çekdarên PKKê digrin

Li Şingalê komek çekdarên PKKê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin.

Li gora çavkaniyên artêşa Iraqê didin xûyakirin, hêzên artêşa Iraqê li Şingalê komek çekdarên PKKê girtin. Di van demên dawî de çekdarûn PKKê li Şingalê ewlehiya civakî têk dabûn û dibûna sedemê ne razîbûna xelkê deverê.

Li gora çavkaniya artêşa Iraqê, ew çekdarên ku hatîn desteserkirin di nav refên YBŞê de bûne û di dema girtinê de dest bi ser çek û otomobîlên wan de jî hatiye danîn.

Herweha çekdarên PKKê hatine agahdarkirin ku nabe êdî li Şingalê bimînin û divê ji wir derkevin û derbasî cihekî din bibin.

Girtina wan çekdarên PKKê di demekî de ye ku ev çend roj in çekdarên PKKê dixwazin peykerên çend serkirdeyên xwe li Şingalê daynin lê hêzên Iraqî nahêlin.

Back to top button