Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Lurdistanê, îro piştî nîvro pêncşemên 07.11.2024ê li Hewlêrê, di civînekê da digel birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanyayê li Iraqê hilbijartinên Parlamontoya Kurdistanê, pêwendiyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmî gotûbêj kirin.

Birêz Balyozê Brîtanyayê bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û serkeftina proseya dengdanê bilind nirxand.

Her du alî li ser giringiya hevkariya hevbeş a aliyên siyasî û girtina tedbîran ji bo pêkanîna kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdeng bûn.

Her wiha tekez li ser xwesteka dualî ya ji bo pêşxistina peywendiyên Brîtabyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra kirin.
Di civînên da ku, Konsulê agiştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê tê da amade bû, rewşa aloza Rojhilata Navîn hat nirxandin û bi pêwîstî hat zanşîn ku, Iraq xwe ji wan aloziyan dûr bixe û nekeve di nav nakokiyên herêmî da.

Back to top button