Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 07.11.2024 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Radu Botum Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di civînekê da hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêngavên bên yên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Yekîtiya Ewropayê ra û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Birêz Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê kir ku li gor nirxandina wan proseya hilbijartinan û dengdanê serkeftî û bû û bi rêkûpêk derbas bû û got ku, ew ji proseya razî bûn û ji bona vê yekê destxweşî li hemû aliyên pêwendîdar kir.
Her du aliyan tekez li ser berfiretirkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê û Îraq û Herêma Kurdistanê da kirin, bi taybetî di warên ku ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst in û dikarin bibin alîkar bo bihêzkirina saziyên Herêma Kurdistanê.
Metirsî û verêja rewşa aloz ya Rojhilata Navîn û çendîn pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.