PolîtîkRojev

Erdogan:Em çavên xwe ji pêşkirina pereyên millet ji baronên terorîst ên li Qendîl û Ewropayê re nagirin.!

Serokomarê Tirkiye Erdogan piştî serdana xwe yên Qirgizistan û Macaristanê di balafirê da pirsên li gel rojnemevana axivî û bersiva pirsên wan da.

Erdogan der barê rojevê de daxuyaniyên da û gêrêdayî tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê jî wiha got: “Di vê mijarê de ji Qendîlê zext hebin yan na, ferq nake. Di xebatên hilbijartinê de me tiştek got. Me got: ‘ Yên ku heq dikin wê teqez li ser wezîfeyê bin, lê yên ku heqê wan tinebin û îstîsmar bikin dê teqez bedelê xwe bidin. Dadwerî, serdozger û dozger jî di vê mijarê de zîrekîyekî pir ciddî nîşan didin. Dadwerî li ser piyan e, dê baweriya gelê min bi dadweriyê zêdetir bibe.

Me her tim gotiye û em hê jî dibêjin ku teror û demokrasî, teror û siyaseta sivîl bi hev re nayên meşandin. Hilbijartin mafê tu kesî nade ku bi terorê re mil bi mil bimeşe. Erka siyasetmedar xizmeta gelê xwe, bajarê xwe, navçeya xwe ye; Ev nayê wê wateyê ku xizmeta berpirsên teröre re bikin.

Em çavên xwe nagirin ji dema, pereyên vî milletî pêşkêşî baronên terorîst ên li Qendîl û Ewrûpayê û ne bikin, nabê pereyên milet bidin rêxistina teroro ya li bajaran. Em bi hev re biryar, delîl, îdia, agahî û belgeyên der barê kesên navborî de û lêpirsînên hatine kirin dişopînin. Em nikarin li bendê bin ku dadwerî van îdiayên giran û sûcên ku niha derketine holê paşguh bene kirin. Divê muxalefet hewl nede ku zextê li dadgeha bike ji bo ku erka xwe pêk tîne. Bi taybetî tehdîdkirina dozgeran, hedefgirtin û heqaretkirina kesên hiqûqî eşkiyatiye. Em ê li hemberî van zext û heqaretan serî netewînin. “Em heta dawiyê hurmeta xwe ya siyasî diparêzin, lê em tehemûla siyaseta tehdîdan nakin.”

Back to top button