Derbarê hevserokê DEMê de doz hate vekirin
Di derbarê hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan û serokê DEMê yê Mêrdînê de ji bo axavtina wan li Mêrdînê doz hate vekirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de ev agahî hatin dayîn:
Girêdayî tayînkirina qayûma ji bo Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê; Ji ber axaftina Parlamenterê DEM’ê yê Sêrtê Tuncer BAKIRHAN di 04.11.2024’an de û daxuyaniya Serokê DEM’ê yê navçeya Mêrdînê Mehmet Mihdi TUNÇ di 04.11.2024 de der barê wan de tedbîrên hiqûqî hatin destpêkirin.
Çi qewimî?
Serokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe ya 4’ê Mijdarê de gel vexwend serhildanê.
Bakirhan di axavtina xwe de gotîbû: “Divê baş bizanibin ku Şêx Seîd, Seyît Riza û Denîz çi bikin, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê heman tiştê bikin. Ne bawermendên wan, ne polîtîkayên wan ên mêtinger, ne derew û ne jî hîleyên wan dê me li ser çokan netewînin. Weke Seyît Riza gotiye, em dibêjin, “Hûn nikarin me bitewînin.” Ne derew, ne sextekarî û ne jî zulm dê nikaribin kurdan li Mêrdînê, li Amedê û ne jî li tu deverên din ên erdnîgariya kurdan bitirsînin. Ên bêşerm, hûn di heyama sêyem de qeyûman tayîn dikin. Ev tê wê maneyê ku siyaseta we ya wesayetê di nav kurdan de ti bersiv nedît, ev tê wê wateyê ku siyaseta we ya înkarê di hilbijartinê de winda kir. Niha hûn ê hewl bidin van cihên ku we di hilbijartinan de wenda kirin, bi xapandinê desteser bikin.”