Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Petrolê yê Iraqê civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulxenî û şandeke bilind a pê re kir.
Di civînekê de ku her du cîgirên wezîrên petrola Iraqê û bi wekalet wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, pêngav û rêkarên herî dawî yên ji bo vegerandina hinartina petrolê hatin gotûbêjkirin û hat diyarkirin ku; Pirsgirêkên ji bo petrolê û hinardakirina petrolê, di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo diyalog û pêngavên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê dûpat kir û amaje bi wê yekê jî kir ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê rawestiyaye. Ziyaneke mezin gihaye dahata giştî ya Iraqê, ji ber wê jî divê di zûtirîn dem de dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê were kirin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Petrola Iraqê tekezî li ser daxwaza cidî ya Hikûmeta Federal a Iraqê û Serokwezîrê Sûdaniyê kir ji bo çareserkirina pirsgirêkan û destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê û encamên gotûbêjên navbera aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê de hatin pêşkêşkirin.