Mizgîniya romana dudan li ser Zindana Diyarbekir didim!!!

Bi salan tenê ew roman bi kurdî li ser zîndana Diyarbekirî hatibû weşandinê, hebû.
Bûbê Eser
Divê carna em bi nûçe û gotinên xweş jî kêfa hevdu, nas û dostan jî bînin. Loma min xwest bi vê mizgîniyê ez jî kêfa we bînim ku hûnê di demeke nêzîk de bibin xwedî berhemeke nû, li ser zîndana Amedê.
Ez niha bi hemî hêz û taqeta xwe, bê westan û bi kedeke bêhempa li ser romaneke nû kar dikim ku wê bighêjînim hezkirên xwe û xwendevanên zimanê kurdî.
Mizgîniya min li we be, niha hewl didim ku romana zîndana Diyarbekir ya dudan heta Newroza 2024an pêşkêşî we hêjayan bikin. Weke ku hûn dizanîn romana min ya ewil û bi kurdî û kurmancî li ser zîndana Diyarbekirê bi navê GARDIYAN di sala 1994an li swêdê hatibû weşandin. Dûre ev bi çend zimanên biyanî û çar caran bi kurdî hatibû weşandinê. Bi salan tenê ew roman bi kurdî li ser zîndana Diyarbekirî hatibû weşandinê, hebû. Piştî gelek salan nivîskarên kurd brêzan Receb Dildar û Mihemedê Ehmoyê Kejo jî bi alîkariya min ve hatin û zîndana Amedê bû xwedî sê berheman. Ev ê bibe ya çaran…
Niha ez romane xwe ya dudan ku mijara wê zîndana Amedê ye dinivîsînim. Ev roman wê ne dengê girtiyan, tade û zilma ku li girtiyên wê dojehê dihatin kirinê, ye. Ev roman wê ne girî, qêrîn û hawara kesên di wê zîndanê de bûn.
Ev roman wê hawar û gaziya Dê û bavên girtiyan, ev romana wê êş û azarên zîyaretçiyên girtiyên wê zîndanê bide zanîn. Ev roman wê tade û zilma leşkerên wê dojehê ku çi dianîn serê dê, xuşk û qîzên kurd ronî bike. Ev roman wê bibe belgenameyeke ku hemî tiştên li ber deriyê wê dojehê û li derveyî wê pêk dihatin dinivîsîne û gelek tiştên heta niha nehatine gotin, bihîstin û nivîsîn wê ji bona we û raya giştî zelal bike.
Ev roman wê bibe belgenameyeke piştî 40 salan ku armanc û hedefa karbidestên dewletê û yên wê zîndanê ku ji bona çi bû û bi taybetî çima ew zîndan? Dê rohnî bike.
Li bendê bin, hûnê bibin şahîdê hin tiştên ku heta niha nehatine gotin û zanîn. Loma niha gelek karên xwe radiwestînim û yek ji wan jî bernameçikirina min ya Dengê AzadîTv ye û kêmkirina nivîsên hefteyî ne…
Heta ku ez vê romanê neqedînim û di Newroza 2024an de pêşkêşî we hêjayan nekim, wê rehetî ji min re tune be. Dibe ku nivîsandina romanên bi kurdî ji hinan re bê qîmet bin an weke karekî bê rûmet, ya jî karekî beradayî be. Lê ez vê qîmetê dizanim û heta hebim jî û ji min bê, ez ê binivîsînim. KÎ çi dibêjin û çi navî lê dikin bi kêfa xwe ne. Niha di qadîna min de piştî vê du berhemên din ku li ser rêbaza pîroz e, hene… Bi hêviya ku di sala 2024an de yek ji wan jî bê weşandin…
Ez bi we heme, bi alîkarî û piştgiriya we dinivîsînim. Tiştên heta niha di tariyê de mane, ji bona we derdixim ronahiyê. Heta ku hûn piştgirê min bin, ez ê jî hemalê ziman û berhemên kurdî bim.
Yekem romana li ser zîndana Diyarbekirê bi kurdî romana min bû. Yekem romana li ser Enfalê li bakurê Kurdistanê dîsa romana min ya bi navê BARZAN DIGIRî bû. Yekem şanoya li ser Enfalê li bakurê kurdistanê dîsa ya min ku bi navê DîROKA RÛREŞ bû. Heger ew yekana weke xelat bê hesibandin, heta niha xwediyê xwe û sê xelatana me.
Divê ev jî baş bê zanîn ku heta niha 12 berhemên min derketine, ev dibe ya 13an. ji wan dudo tenê min mesrefê çapa wan nedaye, ew jî weşanxaneya roja nû Gardiyan çapa ewil û Sîtaw Barzan Digirî bû. Yên din min bi perê zarokên xwe û mala xwe û bi alîkariya hin dostên xwe ku naxwazin navê wan binivîsînim çapkirine û piranî belaş weke diyarî teva mesrefê postê dane ango şandine ji dostên xwe re ku bêne xwendin.