Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî li Parîsê beşdarî vekirina Olompiyata bû
Serokê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî êvariya roja Înê ji bo beşdarbûna merasima vekirina Olompiyadên 2024an giheşte Parîsê.
Serok Barzanî di çarçoveya merasima han de li gel hijmareke serkirde û şahên cîhanê civiya û pişt re jî beşdarî di merasima vekirina yariyên olompiyatan de li Koşka Şayo li navçeya Trocadero ya Parîsê de kir. Mirov û serkirde ji çar aliyên cihanê beşdarî di rewrisma olompiyata de kir.