Polîtîk
Li Kerkûkê êrîşê baregehê PDKê kirin
Partiya Demokrata Kurdistanê daxûyakirin ku, li Kerkûkê baregehê wan hatiye gulebarankirin.
Gurubek çekdar êrîşê baregeha PDKê kirin û armanca wan ew bû ku, zêrevana bê bandor bikin û armanca xwe ya terorîstî bi kar bînin.
Mihemed Kemal, serokê liqê sêyem yê Partiya Demokrat a Kurdistanê d daxûyaniya xwe de dibêje:
“Armanca gulebaranan girtina xaleke zêrevanî ya baregehê bû, cihê ku yekem gulebaran kirin, û paşê derbasî şaxê bibin û kiryarên terorîstî pêk bînin. Ziyanên canî çênebûne, lê ew pêşkeftineke xirab e û divê lêkolîneke berfireh were kirin.”