
Îro piştî nîvro li Viyanayê Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg kir.
Di hevdîtinê de her du alî behsa pêşxistina peywendiyên Awusturya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî di warê aborî û bazirganî de Awusturya di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de.
Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê nîşan da û pêzanînên xwe yên li ser peywendiyên dûr û dirêj ên Awusturya li gel Herêma Kurdistanê kir û spasiya hevkarî û palpiştiya Avusturya ji bo gelê Kurd û mafên wî di rojên dijwar de kir.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Awusturya kêfxweşiya xwe li hember serdana Serok Nêçîrvan Barzanî û asta peywendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser berdewamiya piştevaniya Avusturya bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê, metirsiya DAIŞê, koçberan û mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.




