
Îro danê sibê roja yekşemê 26.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li birêz Ehmed Îbrahîm Seîd El Zahirî Konsulê Giştî yê Îmaratê kir.
Her du aliyan tekîd li ser xurtkirina têkeliyên Îraq û Herêma Kurdistanê digel Îmaratê û berfirehkirina hevkariyên hevbeşên di navbera wan da, rewşa siyasî û aborî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Birêz Konsulê Îmaratê, herwiha, vexwandina fermî ya Serokê Îmarata Erebî birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan gihande Serok Nêçîrvan Barzanî û bi fermî vexwend ku serdan Îmaratê bike.
Di nameya vexwendinê da, Serok Zayid Al Nehyan silav û rêzn ji Serok Nêçîrvan Barzanî ra dişîne û xwesteka welatê xwe ya ji bo girngîpêdana bi têleliyên digel Herêma Kurdistanê û hevkariyên hevbeşên di navbera wan di warên cihê da dike, herwesa, ji bo lihevguhertina bîrûra li ser berjewendiyên hevbeş yên di navbera her du aliyan da, li bendê ye ku li Îmaratê pêşwaziyê li Serok Nêçîrvan Barzanî bike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî jî silav û rêz ji Serok Al Nahyan re şand, vexwandina serdana Îmaratê bi kêfxweşî ve qebûl kir û behsa giringiya peywendiyên Îmaratê digel Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Pirsa bûdce û yasaya petrol û gazê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê, rewşa Şingalê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî behis kirin.