Cîhan

Keştiya koçberan xewr bû: 43 kes mirin

Keştiya ku koçberên Îran, Pakistan û Afganîstanê tê de bûn li peravên Îtalyayê li zinaran qelibî û xewr bû.

Hat ragihandin ku di keştiya 120 kesî de 43 kes jê mirin û 80 kes jî hatin rizgarkirin. Danilo Maida, berdevkê agirkujê yê li herêma Calabria ya Îtalyayê ragihand û got „keştiya ku koçberên Îran, Pakistan û Afganîstanê tê de bûn, li peravên bajarê peravê Steccato di Cutro xewr bû. Cesedên koçberan li qeraxê avê ketine û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Tê gotin ku di nav miriyan de gelek zarok jî hene“. 

 Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Meloni, a ku bi helwesta xwe ya li dijî koçberiyê tê naskirin, piştî karesatê di daxuyaniya xwe de gelekî xemgîn bû û qaçaxçiyên mirovan sûcdar kir.  

Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Piantedosi jî diyar kir ku li Ewropayê xeyala jiyaneke baştir di nava koçberan de çêdibe û divê bazirganiya mirovan bê rawestandin.

 

 

Back to top button