
Li Kolombiyayê di çarçoveya muzakereyên nû yên aştiyê de, ku bi însiyatîfa yekem Serokkomarê çepgir ê dîroka Kolombiyayê Gustavo Petro hatin destpêkirin, hikûmetê statuya “rêxistina siyasî û çekdar” da tevgera gerîla ELN.
ELN hişyarî dabû ku ger statuya rêxistina siyasî neyê dayîn wê muzakereyan bi dawî bikin. Ev statû hat xwestin da ku ELN ji komên çekdar yên wek narkotîkê cuda bike.
Gerîlayan li ser Twîtterê “binavkirina qanûnî ya ELN wek rêxistina siyasî û çekdar a serhildanê” silav kir. Heyetên her du aliyan biryar dan ku kanalek ragihandinê ava bikin ku di tevahiya pêvajoya danûstandinan de kar bike. Şîlî, Venezuela, Norwêc, Meksîka û herî dawî Brezîlya wek garantorên pêvajoya aştiyê tevdigerin. Di vê diyalogê de Swêd, Almanya, Swîsre, Îspanya, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konferansa Episcopalên Kolombiyayê jî têkildar in.
Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) wek tevgera gerîla ya dawî tê qebûlkirin. Piştî peymana aştiyê ya FARCê, di sala 2016an de gelek caran bi ELN re muzakere hatin kirin. ELN di sala 1964an de ji aliyê xwendekar û sendîkavanên ku bi Che Guevara û şoreşa Kubayê re dilgiran in hat damezirandin. Li gor tê gotin, 3500 endamên ELN yên çekdar û gelek piştgirên wê hene. Gerîla ELN ji 32 parêzgehên Kolombiyayê herî kêm li 22 wîlayetan çalak e.