
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê yê Iraqê diyar kir û got, ji sedî 70 ava ku tê Iraqê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve tê astengkirin.
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê yê Iraqê diyar kir ku, sedema kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê astengiyên Tirkiyê ne û got:“ ji sedî 70 ava ku tê Iraqê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve hatiye girtin“.
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şemal, di civînek çapemeniyê de diyar kir ku ava çemên Dîcle û Firatê bi awayekî berçav kêm bûye. Şemal, her wiha diyar kir ku girtina avê gihiştiye astek metirsîdar û Wezareta Çavkaniyên Avê nikare piraniya ava bendavan biherikîne ser çeman. Xalid Şemal, her wiha bal kişand ser wê yekê ku %70 ji pişka ava Iraqê ji aliyê welatên cîran (Tirkiye-Îran) ve hatiye girtin.
Li Iraqê ji ber barana kêm ev 3 sal in krîza avê heye. Ji ber krîza avê gelek kes ji başûrê Iraqê koç dikin. Li aliyê din Tirkiye û Îran bi bendavên ku çêkirine ava ku dihat Iraqê qut kirin. Ev rewş li Iraqê dibe sedema ziwabûn û qeyrana avê û zirarek mezin dide çandinî û aboriya Iraqê.