Cîhan

Îran beşdarî civîna wezîrên derve yên Sûriye û Tirkiyê dibe

Moskovayê ragihand ku xebatên wezîrên karên derve yên di pêvajoya ‘lihevkirina di navbera Tirkiye û Sûriyeyê’ de dewam dikin. Li gorî vê yekê, bi beşdariya wezîrê karên derve yê Îranê li ser ‘formata çaralî’ hevdîtin tên kirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov, ragihand ku hewl tê dayîn di navbera wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyeyê de hevdîtin pêk bên. Bogdanov da zanîn ku biryar e Wezîrê Derve yê Îranê jî beşdarî civînê bibe. 

Beriya erdhejên navenda Mereşê, yek ji geşedanên herî girîng yên siyaseta derve ya li Enqereyê pêvajoya asayîkirina Sûriyê bû ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibû destpêkirin. Piştî ku serokên îstîxbaratê û wezîrên berevaniyê yên her du welatan di hevkarên xwe yên Rûs hatin cem hev, hat ragihandin ku di navbera wezîrên derve de civînek hatiye plankirin.

Ji aliyê din hat îdiakirin ku Îran -ku hevalbenda herî nêz ê Sûriyê û aliyê pêvajoya Astanayê ye, ji ber ku li derveyî van hevdîtinan e ne rehet e. Ji aliyê din, Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Bogdanov di hevpeyvînek ligel ajansa TASSê de ragihand ku civîna wezîrên derve bi beşdariya Îranê di rojevê de ye.

Bogdanov got, “Niha di çarçoveya formata çaralî de organîzekirina hevdîtinên wezîrên karên derve hene. Li ser form û şertan xebat tên kirin.” 

ÇI QEWIMÎBÛ? 

Wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Sûriye û Tirkiyê di 28ê Kanûna 2022an de li Moskovayê civiyan. Rêveberiya Şamê ji bo pêşdebirina hevdîtinan bang li Tirkiyê kiribû ku leşkerên xwe vekişîne û Enqerê jî gotibû ku piştî “çareseriya siyasî” bê dîtin wê vê yekê bixe rojeva xwe. Hat diyarkirin ku bi navbeynkariya Rûsyayê, aliyan biryar dane di serî de li ser vekirina rêya stratejîk a M4 a ji Lazqiyê heta Helebê bixebitin. 

 

 

Back to top button