Serok Nêçîrvan Barzanî fermana damezrandin ji bo sê dadwerên Dadgeha Pêdaçûnê wajo kir

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, fermana damezrandina sê dadwerên ji bo sê postên dadweriyên Dadgeha Pêdaçûna Herêma Kurdistanê / Iraq îmza kir ku pêkhatibûn ji birêzan Dadwer Mesûd Xidir Mehmûd, Dadwer Xazî Xelîl Taye û Dadwer Dara Mihemed.

Paşê li rêwresmê da bi amadebûna birêz Dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen Serokê Encumena Dadwerî bi Wekalet, her sê birêzan sonda yasayî li ber birêz Serokê Herêma Kurdistanê da xwar û Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Nerîna min :