KulturRojev

Filmê Kurdî “Cîran”, wê li Festîvala Locarno bê nîşandan..

Filma Kurdî ya Rojavayê Kurdîstanê “Cîran”, wê li Festîvala Locarno ya Filmên navnetewî bê nîşandan

Piştî çend heftiyan bi başdarbuna xwe a navnetewî li Festîvala Şanghaya Çînê, niha film wê li festîvala Locarno ku ji 4 heya 14 Tebaxê li dar dikeve bê şanî dan. Festîvala Locarno weke Şanghayê jî li gorî senifandina Federasyona Navneteweyî ya produsentê Fliman ji pazdeh festîvalên mezin ên kategoriya “A” tê hesibandin.

Cîran bi nivîsandin, derhênan und produksîona Mano Khalile, bi alîkariya çend kenalên TV-yên Ewropî ARTE û SRF hatiye fînanse kirin.

Fîlima “Cîran” çîroka zarokekî Kurd ê şeş-salî ye, ku li gundekî nêzê sînorê “Tirkî-Sûrî” dijî, ku malbata wî di nav du welatan de hatiye perçekirin. Film bi du seatên xwe de, kurtahîa pêncî salên zordestî, şovenîzm, û rêbazên nijadperestî yên ku ji hêla rejîma Baasî a faşîst ku li ser miletê Kurd anî holê tîne şanîdan.


 Film li ser gelek teştên taybet di jiyana miletê kurd de li Rojava, ku di bin zordariya rêjîma Baasî tîne ziman, wek qedexekirna ziman û kultura kurdî, praktîkên Muxabarata li dijî miletê kurda re, Nijadperestiya rejîmê, û daxwazkirina wê bo goherandina demografia Kurdistanê, Sînor û eskerên ku bi kuştina mirovên kurd re şanaziya dikin. Her weha bo cara yekem mesela “Erebên Xemir” ku rêjîma Faşîst a Baas di salê heftê de, di bin programa şofînîst a bi navê “Kembera erebî” anî rojava û erdê kurda ji wan stand û li erebên Xemir belav kir tê hole, ko heta roja îro ev problemek mezine li Rojavayê Kurdîstanê ye û li benda çareseriyê ye. Ev ji alîkî de, ji aliyê den ve, çîroka cihuên Surî ku neçar man, ji welatê xwe koç bikin û mal û milkê xwe li pişt xwe bihêlin.

Fîlm wê di 14-ê Cotmehê de derbasî sînemayên Swîsreyê bibe û wê di dawiya salê de li Sînemayên Emrika, Kanada, Australya, Almanya û bigumane ku di sînemê welatê erebî de jî were şanîdan.

-Nuçe film di Festîvala Locarno de
-Trailer/Promo ê Film

Back to top button