Hevpeyvîn

Serok Nêçîrvan Barzanî: Divê em rastiya siyasî nas bikin

Rojaoja 30.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî paneleke  civîna salane ya Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) de bû ku, hejmarek ji berpirsên hikûmet û partiyan, nûnerên welatên biyanî, mamostayên zanîngehê û kesayetiyên navxweyî û biyanî amade bûn.

Di bersiva pirsekê de derbarê hewlên wî yên ji bo encamdna  hilbijartina xula şeşemîn Parlamentoya Kurdistanê û giringiya hilbijartinan wiha got:

“Ez kêfxweş im ku careke din bi we re hevdîtin bikim û bi xêrhatina we hemûyan dikim. Pirsa hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê mijareke girîng bû. Hûn dizanin ku hilbijartin çavkaniya rewatiya desthilata Herêma Kurdistanê ye û bi rastî paşxistina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê xirab bû. Bêguman bi hewil û xebateke mezin  Bexdayê ra ku, ez dikarim li vir îşaretê bi wê yekê bikim ku Bexda gelek alîkarî kir. Serokwezîr bi xwe birêz Sudanî, birêz Fayeq Zeydan Serokê Desteya Dadwerî,  birêz Casim Mihemed Serokê Dadgeha Federal, herwesa Parlamentoya Îraqê hemû bi giştî gelek hevkar bûn.  Bi giştî hemû alîkar bûn. Ez dixwazim spasiya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bikim ku bi awayekî pir profesyonel û bêalî karê xwe bi cî anî. Hilbijartin girîng in ji ber ku meşrûiyeta desthilatê dide her kesê ku di hilbijartinan de bi ser bikeve, Herêma Kurdistanê ev model di çarçoveya  Iraqê de hilbijartiye û Iraqê jî ev model hilbijartiye ku, ew jî demokrasî ye û pirsa yekalîkirina desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê, ji ber hindê ev hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê giring bûn. Mirov dikare bibêje ku di vê hilbijartinê de serketiyê herî mezin gelê Kurdistan û Iraqê bû. Ez wisa dibînim, ne kêm e ku, ji sedî heftê û duyê gel beşdarî vê hilbijartinê bû. Çend tiştên biçûk qewimîn, helbet, wek her hilbijartinek li cîhanê, dibe ku hinek pirsgirêk hebin, lê eger mirov bi giştî lê binere û bi hilbijartinên din re bide ber hev, bi geşbînî em dibînin ku prosesa demokrasiyê li Kurdistanê li ser rêyek rast pêş dikeve. Ez nabêjim ku her tişt bêkêmasî ye û tu pirsgirêk nînin, lê di çarçoveya pêvajoya demokratîk de gelê Kurdistanê îspat kir ku hejiye  zêdetir jê ra bê kirin, ev gel hêjayî spasiyê ye. Bifikirin ku du partiyên hevrik di heman demê de li du cihên cuda yên Hewlêrê kampanyayê li dar dixin  her yek ji bo partiya xwe û ti pirsgirêk derneketine. Ev nîşaneya wê yekê ye ku gelê me bi hişmendiya ku niha gihiştiye wê baweriyê ku divê pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Hilbijartin ku ji aliyê hemû pîvanan ve gelek serkeftî derbas bûn, ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim.”

Derbarê gazindên hin aliyên opozisyonê li ser proseya hilbjartinan  û encamên dengdanê, li hember wesifkirina paqijiya hilbijartinan ji aliyê UNAMI û çend aliyên din yên navdewletî ve, herwiha derbarê bidawîhatina helmeta hilbijartinan û tirsa ji astengiyên li pêşiya pêkhatina Hikêmeta Herêma Kurdistanê û di derbarê rola wî di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  got:

“Gelê Kurdistanê di vê pêvajoyê de bi ser ket û yên ku di nava opozisyonê de ne, beşeke ji vî miletî û ji van hêzên siyasî yên ku îro li Herêma Kurdistanê hene. Ev hilbijartin bi dawî bûn û me hilbijartin pêk anîn û em nikarin careke din di atmosfera hilbijartinan de bin û li dijî hev biaxivin. Divê em bi hev re bixebitin û ya ku li pêş me ye ji ya ku çûye pir û pir mezintir e. Opozisyon dikare di parlamentoyê de rola xwe bilîze, ger muxalefetek hebe. Hebûna opozîsyonê di her sîstemek siyasî de dikare alîkariya çavdêriya kar û xebata hikûmetê bike, em jî wisa dibînin ku hinek ji van partiyan tên ser desthilatê û hinek ji wan weke opozîsyon di parlamentoyê de dimînin, lê ew ne dijminên hev in. Yên desthilatdar ne dijminê muxalefetê ne, ne jî muxalefet dijminê desthilatê ye,  dijmindarî nîne, hevrikiya siyasî heye, lê weke dijmin em ne dijminê hev in.  Bi baweriya min hêzên siyasî yên Kurdistanê li ber ceribandineke mezin in. Ji sedî 72 ê gelê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bû ev peyam e, çi peyam e? Ji bo me û ji hêzên siyasî re peyameke ku me ew bawerî daye we, lê divê hûn jî hêviyên baweriya ku me daye we, pêk bînin. Divê hêzên siyasî pê bihesin ku hê jî ji hewaya hilbijartinê derneketine, kake qediya û me hemûyan axavtina xwe kir  û her aliyekî bi kampanyaya hilbijartinê hewl da ku xelkê qanih bike û xelkê jî dengê xwe da partiya ku dixwest. Kampaniyaya hilbijartinan bi dawî bû û eger em her di wî atmosferê da bimînin  em dê zirarê bibînin. Çima em winda dikin? Ji ber ku li herêmê guhertinên mezin diqewimin, em winda dikin. Em nikarin dîsa gelê xwe bêhêvî bikin. Nizanim çiqas zû, lê divê em hewl bidin di zûtirîn dem de hikûmetekê ava bikin û alî dest bi danûstandinan bikin. Ev hemû pêvajoyek e û îro danê sibê komîsyonê bi fermî encamên hilbijartinan ragihand û piştre jî proseyên din dest pê dikin, gilî û gazin û hwd. Min hurmet ji hemû hêzên ku behsa hinek pirsgirêkan dikin heye, bi baweriya min ew hilbijartin yek ji paqijtirîn hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû û niha dem hatiye ku aliyên siyasî bi dilekî fireh li hev bikin. Helbet hin rêkarên protokolî hene. Piştî ku li hemû skla tê nêrîn, li gorî qanûnê divê Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza civîna parlamentoyê bike. Em  vê pêvajoyê hemûyê dikin û ez difikirim ku hêzên siyasî ji niha ve dest bi danûstandinan kirine, lê ez nizanim koalîsyonek çewa dibe, lê di encamê de jimar diyar bûn kî dikare bi kê re biaxive û kî dikare çi bike? Ev kursî û jimare ne ji vê zêdetir  tu tiştekî din di dest da nîne, li gor wan jmareyên berdestin divê hikûteke hevpeymanî be, lê ew hevpeymanî çewa dê pêkwere,  bi baweriya min divê hêzên siyasî zêdetir li ser vê xalê bisekinin, ji ber ku ti hêzek li Kurdistanê  kursiyê  wê têra nake ku bi tenê hikêmetê pêkbîne. Helbet divê hewl bide bi hêzên din re tifaqan çêbike. Kurdistanî bi hemû pêkhateyên xwe ve li benda wê yekê ne û ev yek ji bo Kurdistanê îro û ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê girîng e.

Derbarê wê trisa di medyayê û di gotûbêjên siyasî da tê behis kirin ku dijî pêşbîniya wî ne, bi taybetû PDK û YNK ji bo hev dê kompromîs nekin û gelek caran ji bo  çarserkirina pirsgirêkan serî li saziyên yasayî yên Bexdayê didin, Herwesa derbarê rola Serokê Herêma Kurdistanê  ji bo qonaxa paşerojê, got:

“Ger em li pêvajoyê binêrin, li hilbijartinan binêrin, ez difikirim ku çend caran, sê caran, çar caran hilbijartin hatin taloq kirin, lê di encamê de heman tişt digotin ku hilbijartin nayên kirin û YNK û PDK qebûl nakin hilbijartin bên kirin, digotin eger hilbijartin werin kirin dê pirsgirêk derkevin holê û dê pirgirêkên mezin biqewimin, lê kampanyaya hilbijartinê bû û hilbjartin hatin kirin û tu pirsgirêk çênebûn. Me ev qonax derbas kir. Derbarê mijara du rêveberiyan de jî min di axaftinên xwe yên berê de gotibû em dê nebin du îdare yan rêveberî, em dê bibin sifir îdare. Yanî em dê nebin du îdareyî, duîdareyî yanî çi?  Herêma Kurdistanê xwediyê çarçoveyeke destûrî ye, Herêma Kurdistanê li gorî destûra bingehîn a Iraqê hatiye avakirin, ku ji sedî 80’ê gelê Iraqê dengê xwe pê daye. Li gorî Destûra Iraqê, rêkarên avakirina herêmê li gorî makezagonê zelal e. Tiştê ku hûn behs dikin, ez difikirim ku êdî dema wê hatiye, çima? Me hilbijartinek serkeftî pêk anî, pir serkeftî bû mijara rewabûna saziyên Herêma Kurdistanê îro çi li hundir û çi li derve hatiye guhertin. Bi dîtina min ev hilbijartina herî giring e li Herêma Kurdistanê ji sala 1991ê ve. Niha dema wê yekê ye ku, piştî hemû wan pirsgirêkan, ji nû ve dest pê bikîn, ji Dadgeha Federlî bigire  û hilweşandina parlamentoyê û her tiştên din. Niha dem hatiye ku careke din dest bi dîtina modeleke guncaw ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê bikin. Lê çawa dikarin van pirsgirêkan çareser bikin?  Destpêkê divê navamala xwe birêkxistinî bikî,  bizanibî tu çi dixwazî, hikûmetek hebe, hikêmetek aktîv be, hikêmetek bihêz hebe, bihêz bi wê manayê ku bikaribe bersiva daxwazên xelkê bide. Divê ew hikêmet hewl bide rêyên lihevtêgihîştinê û çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê ra bibîne. Bila em di vê pirsê da zelal bin ku, reftara Bexdayê ya li hember Herêma Kurdistanê ne federalî ye, ne federalî ye û pir navendî ye. Bi sîstem me tişteke heya li Iraqê bi navê federalî, lê di rastiyê de her tişte lê bi tenê federalî nîne.

Helbet ne tenê li vir, min ev axaftin bi berdewamî bi Bexdayê re kirine. Min li gel birayên xwe yên li Bexdayê û bi hemû aliyên siyasî yên Bexdayê re gelek vekirî axiviye. Min got, eger em dixwazin Iraq li gel gelê xwe di aramiyê de be û di warê siyasî de aram be, mifteya çareseriyê çareserkirina kêşeyên bi Herêma Kurdistanê ra ye. Ji sala 2003’an ve em ji her du aliyan ve dibêjin ku destûr hakim e, lê di rastiyê de em wisa nabînin. Helbet ev gilî ne tenê li ser Bexdayê ye, ez behsa Herêma Kurdistanê jî dikim. Lê bi baweriya min ev hilbijartin derfeteke mezin da, derfeteke nû ji bo gihiştina çareseriyekê bi Bexdayê re ku ji bo Herêma Kurdistanê û Bexdayê xêr be û sûdê li hemû Iraqê bike. Ev hilbijartin girîng e û divê di zûtirîn dem de hikûmeteke bibandor û bihêz ava bikin û ji bo hemû pirsgirêkên ku îro hene bi Bexdayê re diyalogê bikin. Pirsgirêka bûdceyê ye, meseleya maddeya 140ê ye. Yanî pirsgirêk ne tenê ev herdu ne, gelek pirsgirêkên din hene.

Di sala 2003ê de Kurd bi xwesteke xwe beşdarî proseya siyasî ya Iraqê bûn, bi hêviya ku Iraq bibe Iraqeke demokratîk û federal. Beriya sala 2003ê rewşa me wek ya niha bû, ne pir cuda bû, lê em çûn û bi awayekî çalak beşdarî proseya siyasî bûn bi hêviya ku ev sîstem bi cî bibe. Îro pirs ev e ber bi ku derê? Ma heta kengê em ê bibêjin makezagon, makezagon, makezagon, Em hê jî nabînin ku ji bo cîbicîkirina makezagonê gavek hatibe avêtin? Ez gelek caran dibêjim ev welatên derve Ewropa û Amerîka alîkariya wan a herî mezin a Kurdistanê û Iraqê yek tişt e; Alîkariya me bikin ka çawa destûra Iraqê li Bexdayê cîbicî bikin. Min ji birayên xwe yên li Bexdayê re gotiye.  Ew dibêjin ku, li Herêma Kurdistanê giringiyê bi Bexdayê nadin û ew desthilatên Herêma Kurdistanê bi we dane ne federal in, ji federaliyê zêdetir in. Weke herêmekê dibînin û dibêjin hêza ku we daye xwe ji konfederasyonê wêdetir e. Em  li Hewlêrê Bexdayê çawa dibînin? Em dibêjin ku awayê danûstandina we bi me re ne tenê ne federal e, lê belê ji navendî jî navendîtir e! Baş e, di navbera van her du dîtinan de  xala navîn li ku derê ye? Xala navîn ku em hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin li ku ye? Ji bo me stratejiya Herêma Kurdistanê diyar e û em dixwazin pirsgirêkên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de li gorî destûrê çareser bikin, ev yek zelal e. Îcar berê çi bû, çi bû û kê li ku derê xeletî kir? Bi baweriya min me herduyan jî îhmalî kiriye; Hem  aliyê Herêma Kurdistanê hem jî ji aliyê Bexdayê, pirsgirêk  ne yekalî ye. Ez naxwazim Bexdayê bi tenê  yan Herêma Kurdistanê bi tenê gunehbar bikim, lê bi baweriya min paşeroja vî welatî, wek Iraq, dê rê bide me ku em modêlekê bibînin cîyê razîbûba hemû aliyan be. Hemê razî bin û em bikarin bi hev re kar bikin. Bê hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê, bêyî ku aliyên siyasî li hev rûnên ku, hîn jî di nava atmosfera kempananiyaya hikbijartanan de bin. Ew yek timam bû, kampaniyaya çi?  Xelkê dengê xwe dan û diyar bû kê çend deng daye û diyar bû kê dengê xwe daye kê. Divê ev mesele bi dawî bibe. Em ne dijminên hev in, em hevrikên siyasî ne, lê em weke opozîsyon û weke hikûmet kes ji me ne zêdeye, em timamkerên hev in. Em hemû di heman keştiyê de ne û divê em alîkariya hev bikin da ku ev pêvajo di zûtirîn dem de pêk were. We pirs kir ka ez dikarim çi bikim? Weke erkekî yasayî û exlaqî çend erkên min hene, wek serokê Herêma Kurdistanê ezê desthilata xwe pêk bînim û hewleke cidî bidim ji bo ku di zûtirîn dem de hikûmet bê ava kirin û divê em hemû bi awayekî realîst li hejmaran û li kursiyan binêrin. Bi dîtina min rewşa berê ya desthilatdariya Kurdistanê nikare wisa berdewam bike. Demeke nû ye û divê em bi van geşedanan re bi awayekî cuda tevbigerin.

Li ser pirsa gelo bêyî YNK û PDK’ê li Herêma Kurdistanê hikûmetek ava dibe yan na?

“Nexêr, li Herêma Kurdistanê faktora hêzê diyar e, aliyekê hinek kursî zêde bûne yan kêm bûne, ev mijareke din e. Lê di encam da min îşaret pê kir û min gelek bi diplomasî ji te ra got, lê tu dixwazî ez zêdetir  bibêjim, pirsgirêk ev e,   nexwe min ji te ra got, min got jimare, min got kursî, min got deng, ez nizanim tu çi dixwaz? Bi rastî ez nizanim zêdetri behsê çi bikim.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa ku eger hikûmet bi beşdariya YNK û PDKê were avakirin, mijara petrolê ya li gel Bexdayê dê çi be?

Te behis kir ka li Bexdayê karê pêşîne çi ye? Belê mûçe û debara xelkê Kurdistanê gelek giring e û ji karên pêşîne, gelek jî giring e. Bi spasî ve heta nuha digel Serokwezê Iraqê û Serokê Dadgeha Federal me civîneke sêalî li ser vê mijar, li ser pirsa mûçe kir. Min ji birêz Serokwezîr Sudanî ra got: Baştirîn çareserî ewe ku em civînek sêalî bikin. Em diçin  ba  Serokê Dadgeha Federal gotineke û diçin ba aliyek din gotineke din e, werin da em bicivin, werin em hemû bi hev ra bicivin dûr ji ragehandinê. Dawiyê me wisa kir, di civîneke da ku Dr. Elî jî haydar e ku li vir amade ye, em   civiyan, li Bexdayê gelek zelal bû, hem biryara Dadgeha Federalî li ser mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê diyar bê, hem Serokwezîr  pabendiya xwe gelek bi zelalî eşkere kir. Bi spasî ve divê bêjim ku heta nuha di wê çarçoveyê da gelek bi cidî xebitiye daku ew pirsgirêk werin çareser kirin.

Hin alî di wê baweriyê de ne ku meseleya petrolê mijareke siyasî ye. Siyasî çi ye? Neft pirsgirêkek aborî ye. Em pirsa petrolê weke pirseke siyasî nabînin, ji ber ku eger em li rastiya erdnîgariya Kurdistanê jî binerin, em nikarin petrolê weke pirseke siyasî bibînin, lê em weke kelûpeleke bazirganî dibînin û em wê jî wisa dibînin. Bi spasî ve Tirkiye rê da me ku em petrolê hinarde bikin. Tirkiye ji vê yekê tiştek bi dest nexist, bêtir ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bû, me neft nefirotiye Tirkiyê, ne jî Tirkiyê ti carî zext li me kiriye ku em neftê bifroşin wan. Petrol ji şîrketên navneteweyî re hatiye firotin. Hûn dizanin, li cîhanê çend şirket hene ku petrolê dikirin, neft hat firotin. Rewşa niha ew e ku ev petrol bi rêya boriyan nayê hinardekirin. Heya nuha, eger ez ne şaş bim, herî kêm 15 milyar dolar zirar daye Iraqê. Dibe ku Iraqê piştî girtina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê zêdetirî 15 milyar dolar zirar dîtibe. Baş e ev yek  dibe?  Çima Bexda li ser vê yekê nafikire? Dibêjin girêbestên Herêma Kurdistanê ji yên Iraqê cuda ne. Girêbestên  me girêbestên hevbeş in, girêbestên li Iraqş hene zêdetir girêbestên  xizmetgozarî ne, li hindek cîyan jî weke girêbestên me ne,weke mînak deverke weke Geyare  ji bona berhemanîna her bermîle neftê 26 heta 27 dolar destnîşan kirine. Başe çima li Herêma Kurdistanê komanî daxwaza 20 dolaran kiriye û mesele li ser vê yekê rawestaye. Ez niha vê yekê wek derfetek dibînim ku ji Bexdayê daxwaz bikim ku bi awayekî rast û aqilane li ser vê pirsê bifikire, bi awayekî aborî ne bi awayekî siyasî. bi awayekî aborî  Iraqê  li huderê Iraqê ziyan kiriye û li kuderê qazanc kiriye? Divê ew wisa li meselê binêre. Bi dîtina min çareseriya rast ew e ku careke din nefta Herêma Kurdistanê wek petrola Iraqê bi boriyan were şandin û hinardekirin. Pirsgirêka Tirkiyê tune ye, mesele ne Tirkiye ye, li Bexdayê û li parlamentoyê jî heye. Ez dubare bikim ku di vê proseyê de ziyana herî mezin Iraq dibîne û divê ev yek bê çareserkirin.

Piştre jî di bersiva pirsiyaran de li ser rewşa navçeyê û bandorên wê yên erênî û nerênî li ser Herêma Kurdistanê û herwiha gotûbêjên navbera Amerîka û Iraqê li ser bidawîhatina hebûna hêzên wan li Iraqê.

“Derbarê pirsa yekem, şerekî mezin li herêmê heye, lê ya giring ji bo Kurdistanê ew e ku em hewl bidin bi hemahengî ligel Bexdayê rê nedin Iraq bikeve nav vê kaosê de. Ji ber ku li Iraq bi xwe pirsgirêk gelek in. Rewşa Iraqê rewşeke taybete. Derbarê me weke Herêma Kurdistanê, weke beşek ji Iraqê, Tişta girin ew ku em nekevin nava vê kaosa ku îro li herêmê heye û berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de ye.”

Pêşkeşvan: Çend grûp dixwazin  bi lepikên lastîkî û firokeyên bêfirokevan şer bînin nav Iraqê û kes tune ku  rê li wan bigire:

“Ew rast e, berê çend ji van grûpên hebûn? 12 grûp hebûn, niha du grûp hene. Yanî di vî warî jî de em wek Iraq pêşketine. Berê 12 grûpên çekdar vî karî dikirin. Niha ji van 12 koman 2-3 grûp hene ku vê yekê dikin. Lê pirs ew e ku gelo ev yek di berjewendiya Iraqê de ye? Nêrîna me li Herêma Kurdistanê ew e ku ev yek ne di berjewendiya Iraqê de ye, divê Iraq dûr bimîne û xwe ji wê agirê ku niha li herêmê heye dûr bixe, ji ber ku rewşa Iraqê ne ew rewş e, ne jî saziyên Iraqê ewqasî bihêz in, Iraq hîn jî di  qonaxa veguheztinê de ye,  hinek kes dibêjin ji sala 2003’an ve di qonaxa veguhaztinê de ye, çawa dibe ku, heta nuha di qonaxa veguhertinê de be. Belê,  pêvajoya bisazûmankirina welat prose ye, bi şev û rojekê nayê kirin û  nikare bi zorê were kirin. Divê em  bi xwe bikin, tu kes ji me ra nake. Werin  em rewşa ewlehiyê bidin ber hev? Rewşa ewlehiya Iraqê wek şeş sal berê ye? Spas ji bo Xwedê em dibînin di vê çarçoveyê da guhertinên mezin hatine kirin. Ne di berjewendiya Iraqê de ye ku bikeve nav vê kaosê. Bi dîtina min erkê Serokwezîrê Iraqê ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e jî (lê ne ew bi tenê, divê hemû hêzên siyasî alîkariya Serokwezîr nakin). Divê em alîkariya Serokwezîr bikin û hemû hêzên siyasî li pişt wî bin, ji ber ku tişta ku em dibînin ew e ku Serokwezîr wek berpirsiyariya xwe û wek fFermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hewl dide Iraqê ji vê pirsê dûr bixe. Pirsa hebêna hêzên hevpeymanan li Iraqê? Bihêle ez destpêkê bibêjim ku, hêzên  Hevpeymaniya Navdewletî, bi serokatiya Amerîkayê, di şerê li dijî terorê de alîkariyeke mezin pêşkêşî Iraqê kiriye. Dîsa divê em bi spasdarî li hêzên koalîsyonê binêrin ku di van rojên dijwar de alîkarîya Îraqê kirin û di nav de Herêma Kurdistanê jî. Iraqê bi fermî vexwendiye ku di şerê li dijî terorê de alîkariya Iraqê bikin û gelek alîkariya Iraqê kirine. Îro ji sala 2014ê ê vir da 10 sal derbas dibe. Gelek tiştekî normal e ku Iraq di vê qonaxê de, wek welatekî xwedî serwerî, pêdaçûnê bike û bêje di vê qonaxê çi ji me ra  pêwîst e? Bê şik rewşa Iraqê ne wek ya sala 2014an e û baştir e, di warê ewlehiyê de baştir e, di warê aborî de baştir e, şikir ji Xwedê re ku em nabînin li Bexdayê pirsgirêkên emnî hebin, hotêl, xwaringeh û proje ûgelek in.  Ev ji bo Iraqê pêşketinên mezin e û Iraq wek welatekî xwedî serwerî mafê wê heye nuha bipirse û binirxîneke van çend salan bike û bêje em niha ber bi ku ve diçin? Ev normal e.

Tiştê ku em li Herêma Kurdistanê cuda dibînin ew e ku em nafikirin ku DAIŞ bi dawî bûye. Di derbarê fikra li Iraqê de, em hêvîdar in ku em şaş bin, lê nirxandina me ew e ku DAIŞ hîn jî gef e li ser ewlekariya Iraq û navçeyê. Di sala 2014an de dema DAIŞê êrişî Iraqê kir, negot ev Sunnî ye, ev Şîye ye yan Kurd e! Me hemûyan heman tohmet hebû ku em Iraqî ne û wî çi ji destê DAIŞê hat kir. Di eniyên şer de xwîna hemûyan tevlîhev bû. Pêşmerge, artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bi hev re ji bo parastina Iraqê şehîd bûn. Em di wê baweriyê de ne ku Iraq hîn jî pêwîstiya wê bi piştevaniya derve heye, bi taybetî Amerîka ku serokatiya vê hevpeymaniyê kiriye, Lê ya ku niha Iraq dixwaze, pêwendiyeke dualî ye, ku bi baweriya min normal e, yanî pêwendiyên dualî çawa dikarin bên kirin û çawa neyên kirin. Derbarê Herêma Kurdistanê jî, em weke Herêma Kurdistanê neçûne ji Amerîkayê daxwaz bikin ku  piştî sala 2026an  werin Hewlêrê biparêzin, biryar dê di çarçoveya wê lihevtêgihiştinê ya ku  bi Iraqê ra were kirin. Ew diyaloga stratejîk a ku îro Amerîka û Iraqê dikin, Herêma Kurdistanê jî beşek ji vê pêvajoyê ye. Ne wisa ye ku Herêma Kurdistanê bi awayekî yekalî behsa wê yekê dike ku hêzên Amerîkî bimînin, wek Iraq û welatekî xwedî serwerî, di diyaloga niha de, Herêma Kurdistanê di wê çarçoveyê de ye. Ya girîng ew e ku, bê zelal kirin ka ev hêz çewa li Iraqê dimînin? bi çi awayî dimênin?  Divê erk ê karê wan bê eşkere kirin. Gotûbêjan hîn dest pê nekiriye, Lê ji bo Herêma Kurdistanê girîngiyeke cidî heye em dê di çarçoveya Iraqê de biryara xwe bidin û em dê di wê çarçoveyê de tevbigerin, ne ku Herêma Kurdistanê bi awayekî cuda digel  Amerîka yan jî digel hevpeymaniya  navdewletî bike. Em dê di çarçoveya Iraqê de bin. Em dê digel Iraqê jî ew metirsiyên me digel Iraq, Bexda û hêzên siyasî yên Iraqê hene em dê bi zelalî gotûbêj bikin. Her biryarek divê di çarçoveya Iraqê û hêzên siyasî yên Iraqê de be.”

Li ser vê pirsê ku gelo hatina hêzên hevpeyman bo Herêma Kurdistanê di sala 2026an de derfetek e yan metirsî ye, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Tiştê herî girîng ew e ku erkê vê hêzê çi ye? Ya ku em dibînin, erkê wê alîkariya Iraqê ye li dijî DAIŞê, eger em di çarçoveya Iraqê de lê binerin em weke metirsî nabînin, lê divê ev pirs bi başî were zelal kirin.”

Piştre jî derbarê peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo ciwanên Kurdistanê di vê dema hestiyar de û çawaniya guhdana wan, Serok Barzanî got:

“Berî her tiştî ez pîrozbahiyê li we dikim ji ber ku hûn bûne serokê zanîngeha Amerîkî û ez hêvîdar im ku hûn bi ser bikevin, hên dê karek baş bikin ji ber ku ez we bi salan nas dikim. Dixwazim ji xortan re bêjim, bav û kalên me li Kurdistanê,  ger hûn îro li çi deriyekî Kurdistanê bixin, çîrokek wan heye ku ji me re behsa bextreşî, sirgûn, enfal û girtinê bikin. Ji bo ku em vê rojê bibînin, çi ji destê wan hat kirin, fedekarî û têkoşîn kirin, westiyan û şehîd dan. Tiştek pir girîng heye ku ev ciwan divê bizanibin. Tişta ku niha di destê me de ye bi saya têkoşîna nifşê berê ye. Ji bo ku em vê rojê bibînin, wan têkoşîn û fedekarî dan. Îro li cîhanê rewş hatiye guhertin, ne tenê li Herêma Kurdistanê.  Helbet mijara perwerdehiyê mift  e.  Li welatên ku, perwerde karê pêşîne û  yekem e, ew welat gelek pêşde çûne, ji ber ku kilîta her guhertinekê di her civakekê de, bi baweriya min, ji xwendinê dest pê dike. Gelek mînakên me hene, Koreya Başûr yek ji wan e, Sîngapûr jî yek ji wan e. Min gelek caran serdana Koreyê kir û min pirsî: Ev pêşkeftin çawa bû? Wan jî bersiv da: Me bi perwerdeyê dest pê kir. Ne petrol, ne gaz, ne tiştek wan heye, lê giraniya xwe dane perwerdehiyê. Ji welatekî pir feqîr êdî bûne welatekî pir pêşketî. Divê bi awayekî perwerde bibin ku ji welatê xwe hez bikin û wek ciwan  di pêvajoya ku niha heye de amade bin, ji ber ku em bixwazin û nexwazin paşeroj di destê van ciwanan de ye. Her welat û her neteweyek ku bikaribe ciwanên xwe bikişîne ser vê pêvajoya siyasî dikare bi ser bikeve.  Ciwanên me yên jêhatî hene, ez bi xwe li xwedina wan dinêrim. Ez dibînim ku gelek ji wan ji aliyê aborî ve nikarin, lê şareza ne. Lê ez alîkariya wan dikim ku burs werbigirin û li derveyî welat bixwînin. Ez dibînim ku li Kurdistanê qadeke mezin heye û ciwanên me gelek jêhatî ne. Peyama min ji wan re wek berpirsiyariya min ev e: Li ser perwerdehiyê bisekine û ji welatê xwe hez bike, welatê xwe  ji nû ve ava bike, xeletiyên ku hene rast bike. Ew hêviya pêşeroja vî welatî ne.  Yên ku diçin li welatekî din dijîn û dibêjin çi mafê me ye ku çi bi serê vî welatî tê, ev ji bo her miletekî xerabtirîn tişt e. Divê ew beşdar bibin û hezkirina ji welat re ji bo wan tiştê herî girîng be. Yanî divê wisa perwerde bibin ku,  ji welatê xwe hez bikin, cenabê we jî di zanîngehê de wê rolê bilîzin û ji bo pêşxistina welatê xwe hewlên cidî bidin. Ya herî girîng jî pirsgirêka bihevrejiyana li vê herêmê pir mezin e.  Dema di sala 2014’an de hat,  ez li Duhokê bûm, misilmanan ji birayên xwe yên mesîhî û êzdî re mizgeft vekirin. Ev wêneyekî gelek xweş e û nabe bi ti sedem û navekî ev pêkve jiyan û hevpejirandina li Herêma Kurdistanê were têkbirin ku, Herêma Kurdistanê berdewam şanaziyê pê dike.  Di berê de, niha û di paşerojê de pê serbilind e. Dema ku rejîma berê gundên me hilweşandin, nepirsî kîjan gund Xiristiyan in, Şîye, Misilman an Şîye yan Sunî ne. Tişta ku hatiye serê me divê ji bo nifşê nê dersek be ku em di paşerojê de bi hev re bijîn, hevdû qebûl bikin, bibin hemwelatî. Ne şert e  terefgirên vê partiyê û wê partiyê bin. Divê rêz li nêrîna wan a siyasî ya li ser welatîbûnê bê girtin. Hêvîdar im ev ciwan li ser vê rêyê berdewam bin û bi ser bikevin.”

Paşê bersiva pirsên amadebûyan da derbarê hewlên wî yên ji bo serxistina pşvajoya aştiyê li Tirkiyê û cidiyeta hikûmeta Tirkiyê di vî warî de û herwiha nirxandina wî ya derbarê doza kurdî di çarçoveya hemû guhertinên ku li Tirkiyê pêk tên. Serok Nêçîrvan Barzanî got:

“Ez ê ji mijara aştiya li Tirkiyeyê dest pê bikim, eger em bi awayekî realîst li meseleyê binêrin, ji dema ku ev hikûmet li Tirkiyeyê heye, di mijara pirsa Kurd de pêşketinên girîng çêbûne. Berê  pir zehmet bû ku tu bibêjî ez kurd im. Niha televîzyoneke kurdî heye.  Ji bo me li Herêma Kurdistanê hin tişt hatine kirin, dibe ku ev tişt pir hêsan bin, lê ew ji bo rewşa Tirkiyê mezin in. Herêma Kurdistanê di sala 2011 û ji wê demê ve heta niha hewl daye ku pirsgirêkê çareser bike. Em kêfxweş dibin ger li Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê dest pê bike em hê jî kêfxweştir dibin ku ev pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe. Ev pirs pirsa  miletekî ye. Di serdana min a dawî ya Tirkiyeyê de helwesta me ya di vê mijarê de zelal bû û em kêfxweş in ku pêvajo dest pê bike. Bi baweriya min çareseriya vê pirsê ne tenê dê alîkariya Tirkiyê bike, dê alîkariya hemû herêmê jî bike. Lê yên ku dixwazin vê pêvajoyê asteng bikin divê pêşî li wan bê girtin. Tişta ku li Enqerê qewimî, ev kiryara terorîstî bi kêmanî ji bo têkbirina van gotinan bû. Ew nûçe bû ku pêvajoyek û tiştek heye, lê vê kiryarê zirareke mezin da. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bibe pêvajoyek cidî. Em hêvî dikin û heta niha tiştên ku hatine kirin ne kêm in û We bihîst ku serokê MHPê li meclîsê çawa axivî, îro gotinên cenabê Serokomar û ev hemû dilxweîkerin dema em dibînin pêvajoyek heye û pirsgirêk çareser dibin. PKK ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo me jî pirsgirêkek mezin e. PKK  ti hisab û hurmetê j saziyên me û ji me ra nagire, yanî hesab û hurmet ji saziyên herêmê re nîne. Divê PKK dev ji vê yekê berde. Divê siyaseteke nû bimeşîne. Herêm hemû guheriye û ez difikirim ku derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye. Tişta ku we behs kir ew e ku pirsa Kurd li Herêma Kurdistanê  cudatire ji Îran, Tirkiye û Sûriyê ye. Em piştgiriyê didin çareseriya pirsgirêkan di çarçoveya welatên ku Kurd lê dijîn ku bigihêjin mafên xwe, çi li Sûriye, çi Tirkiye û çi li Îranê be. Em piştgirî didin vê yekê û em dixwazin pirsgirêk bi van welatan re bi rêyên aştiyane û bi diyalogê bên çareserkirin. Em nafikirin ku li van welatan mijara bêçekkirin û tevgera leşkerî dê van pirsgirêkan çareser bike. Di encamê de Kurd li ku derê bin divê hewl bidin pirsgirêkên xwe di çarçoveya welat de çareser bikin.”

Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de girêdayî serokwezîr, welat û koalîsyonekê ne, yan jî mezintir û berfirehtir in? Serok Nêçîrvan Barzanî got:

“Li gorî min, dibe ku beşek ji pirsgirêkê ev be ku em hîn jî bi tevahî rûneniştine ku em bibînin ka awayê pirsgirêk çi ne? Li Bexdayê min gotûbêjeke pir zelal ligel çarçoveya hemahengiyê kir û z şevek dirêj bi wan re rûniştim,  ez bi serokê Dadgeha Federal re rûniştim.  Ger hûn guhdarî wan bikin tiştên ku ew dibêjin, tu ji wan re dibêjî bila zûtirîn dem werin Hewlêrê û bi zanîngehên me re biaxivin, ji ber ku ew ji me pirtir li ser cîbicîkirina destûrê û li ser pirsa çawaniya çareserkirinê nîgeran in. Ew awayê ew behsa federaliyê dikin¨em bi xwe nizanin bi wî awayî behis bikin.  lê pirsgirêk ew e ku aliyek tune yan mekanîzmek tune. Em her du jî bi tiştên biçûk û bi taktîkên rojane mijûl in ku me ew tiştên mezin ji bîr kiriye ku dê bibe sedema aloziyê. Ev tiştên mezin in ku dê bibe sedema aramiyeke siyasî ya mezin li Iraqê ku di berjewendiya hemû Iraqê de ye. Pirsgirêka Kurd li vî welatî pirsgirêkek giran e. Ez ji we ra mînakek behis bikim  ku min berê jî behs kiribû. Di sala 1970ê de rejîmê bi nemir Mela Mistefa Barzanî re belgeyek îmze kir bi Mela Mistefa Barzanî nemir re belgeyek îmze kir ku bi navê rêkeftina  11ê Adarê hat naskirin. Ji ber ku rijêmê bawerî bi peymanê nebû, di sala 1974’an de ji bo têkbirina şoreşa Kurdan şer da destpêkirin. Wî nikarîbû şoreşê têk bide, ji ber wê jî neçar ma ku bi Şahê Îranê re lihev bike û nîvê Şetul Ereb bi Şahê Îranê bide. Wî heşt salan şerê Komara Îslamî ya Îranê kir ku wê nîvê dîsa bi dest bixe. Ev dîroka duh û pêrê  ye û bi milyonan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî koçber bûn. Lê eger rayedarên Iraqê ji roja ewil de fêm bikra ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek cidî ye û divê çareseriyeke bingehîn jê ra bê dîtin, Iraqê ew hemê tiştên din nedîtin.   Heşt salan şer kir û deyndar bû, ji ber wê jî neçar ma ku here Kuweytê. Mebesta min ne ew e ku ez qala dîrokê bikim, lê ez behsa dîrokê dikim daku ders jê wergbigrîn¨  ne ku wekî çîrok were vegotin. Tişta ku ez pê ditirsim ev e ku divê em herdu jî hewl bidin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi awayekî stratejîk bifikirin. Tişta ku niha diqewime ne çareserî ye. Nuha Iraq çewa ye? Dema ku hûn bi sunniyan re diaxivin, ew hîn jî ditirsin ku pêşeroja wan çawa be. Dema tu bi birayên xwe yên şîye re diaxivî, behsa tiştên kevin yên ku hatine serê wan dikin. Dema mirov bi Kurdan re diaxive ew jî ji rabirdu, niha û paşerojê ditirsin. Divê rojekê ev yek çareser bibe û eb yek nikare berdewam bike. Ev çawa çareser dibe? Hêza min heye û hêza te tune û ez bi hêz im û tu jî qels î, pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe. Ev bi diyalog, hevdîtin, lihevkirin û nermbûnê dê çareser bibe. Eger ev yek bê çareserkirin, bêguman dê bandoreke erênî li ser welatên din jî bike û rewşa Iraqê dê bi awayekî berçav biguhere. Ji ber vê yekê stratejiya Herêma Kurdistanê  ev e, çi ji bo niha be, çi ji bo dema piştî hilbijartinan be, çi jî piştî hilbijartinan be. Rastiyek din jî heye ku mesele ne tenê serokwezîr e, sîstema Iraqê bi awayekî ye û serokwezîr jî beşeke ji wê sîstemê ye. Lê hêzeke siyasî jî heye û tiştên din hene ku ne hêsan û pir zehmet in. Yanî eger bi serokwezîr re lihevkirinek çêbibe, lê wê çaxê pirsgirêk dest pê dike û divê hûn bi hêzan re biaxivin, divê hûn bi partiyên siyasî re biaxivin û divê hûn vê yekê bikin, ev model ji bilî Iraq û Herêma Kurdistanê li ti cihekî cîhanê nîne.”

Ez dixwazim wê yekê jî bibêjim  ku Herêma Kurdistanê li ser yek tiştî zelal e û em dixwazin li herêmê û ligel Tirkiye û Îranê bibin faktoreke sereke ya aramiyê, helbet di çarçoveya alîkariya Iraqê de. Weke mînak peywendiyên me bi Tirkiyê re gelek baş in û bazirganiya Tirkiyê bi Iraqê re jî nêzîkî 12 milyar dolar e, eger ez ne şaş bim. Ji sala par ve heta asteke mezin me karî pirsgirêkên li gel Îranê çareser bikin. Ez difikirim ku piştî serdanên min yên Tehranê, hevdîtinên bi Rêberê Bilind yê Komara Îslamî ya Îranê, Ayetullah Xamineyî ra û piştre bi Serokomar û serdana Serokomarê Îranê bo Hewlêr û Bexdayê û Serokomarê Tirkiyê ku pêştir serdana Hewlêrê kiribû. Îspat bû ku em di qonaxeke nû ya vê pêwendiyê de ne. Em dixwazin bi cîranên xwe re faktora ewlehiyê bimînin û alîkariya Bexdayê jî bikin. Hemû ew tiştên me kirine bi nêzîkatî û hevahengî bi Bexdayê ra hetine kirin. Serdanên me hemê bi agadariay Bexdayê bûn. Herêma Kurdistanê niha û di paşerojê de dikare bibe alîkariyek mezin ji bo Bexdayê.”

Derbarê rewşa siyasê, zehmetî û astengiyên pşkanîna kabîneya nû ya Hikêmeta Herêma Kurdistanê, Serok Nêşîrvan Barzaînî got:

“Damezrandina kabîneya nû ya Hikêmeta Herêma Kurdistanê hêsan nabe, Ma divê em rastgo bin û hêviyên xelkê bilind bikin û bibêjin ku emê di zûtirîn dem de kabîneya nû ava bikin? Ew dê ne hêsan be. Lê ez bawer nakim ku lihevkirinek ne mumkun be. Di encam da li Herêma Kurdistanê rastiyeke siyasî heye û divê em wê rastiya siyasî qebêl  bikin. Xala duyemîn jî ewe ku divê em ji atmosferê hilbijartinan derkevin. Timam ma heta kengî? Hilbijartinek bû, kampanya hat kirin, mîkrofon hatin avêtin û gelek tişt hatin kirin. Lê ev qediya û ew qonax jî qediya. Divê ev qonaxa nû wek xwe were xwendin û em hemê ji bo çareserkirinê hewl bidin.”

Di bersiva pirsyareke din a amadebûyan de li ser pirsa petrola Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê got:

“Min pêştir behs kir ku nêrîna me li ser pirsa petrolê ew e ku petrol mitayekî bazirganî ye û ne siyasî ye, lê proseya petrolê bi xwe ra bi milyaran dolar anîne Herêma Kurdistanê. Ew binesaziya ku  li Herêma Kurdistanê hat avakirin di wê heyamê de bê.  Ez bê guman dixwazim ku hûn zanibin û ji bo dîrokê, ew pêvajo zêdetir ji proseya neftê bû.  Derbarê wê yekê ka gelo  em di vî warî de bi ser ketin an bi ser neketin, ez naxwazim bikevin nav wê gotêbêjê. Ez dikarim nîqaş bikim ka em li ku derê bûn û em bi ser ketin an na? Li gorî destûrê neft milkê hemû gelên Iraqê bû.  Me pirsa hinartina petrolê, dema ku Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê  birî, dest pê kir. Divê em vê yekê ji bo dîrokê bi bîr bînin, me li gel Bexdayê li hev kir bû ku eger hûn erkên xwe yên li hember Herêma Kurdistanê cîbicî nekin, em neçar in vê bikin.  Me qet nexwest em vê yekê li derveyî Bexdayê bikin, ji ber ku pirsgirêka Kurd pirseke aloz e. Di encamê de boriya petrolê hat çêkirin û di ser Tirkiyê re hinarde kir. Ev bi serê xwe ne tiştek piçûk bû, lê ji bo guhertina wê ramanê pir mezin bû. Lê ev ne tenê ji bo Kurdistanê bû, ji bo Iraqê jî bê.    Niha ya girîng ew e ku divê ev mijar li Bexdayê bi cidî were girtin û zirara ku giheştiye Iraqê ji ber nehiştina boriya petrolê were vekirin, pir mezin e. Hêvîdarim di zûtirîn dem de ev pirsgirêk çareser bibe.”

Li dawiyê de Serok Nêşîrvan Barzanî spasiya organîzatorên civîna salane y MERI û bi taybetî spasiya  Dr. Dilawer Alaeddîn ê hemû kesayetiyên Iraq, Kurdistan û derve vexwendine ku li ser mijarên curbecur nêrîn û gotûbêjên xwe yên zanistî bînin ziman, kir.

Back to top button