Polîtîk

Bapîrê min PDK ava kir!

Serokê YNKê li Hewlêr tevlî panelek a MERI bê û di beşek axavtina xwe de behsa damezirandina PDKê kir ê got “Bavê bapîrê min PDK avakir. Siyasetmedar ê lêkolîner Hemid Gewerî bersiva Bafil Talabanî da. Gewerî di hesabş xwe yş medya civakî de di derbarê bêyerê de weha dibêje:

” Duh 30/10/2024, Bafel Talebanî di konferensa şirove û lêkolîna a MERI li bajatê Hewlêrê de wiha got: “Bapîrê min PDK ava kiriye” Ji bo agahiya wî û xwendevanên vê gotarê divê ez bêjim, ez bawer im birêz Bafel vê dîrokê nizane. Komşteya Azadî Kurdistan di Sibata 1946an de li Mehabad û Şinoyê bi serokatiya Mistefa Barzanî civiya û biryara damezrandina Partiya Demokrat a Kurd da. Barzanî ji Şinoyê Hemze Ebdullah şande Başûrê Kurdistanê da ku li gorî rewşa heye avakirina PDKê ragihîne.

Hemze Ebdullah piştî xebatên destpêkê di 16’ê Tebaxa 1946’an de li Bexdayê kongreya damezrandina PDK pêk anî û Partiya Demokrat a Kurd ava kir. Braîm Ehmed di sala 1956’an de bi şîreta Hemze Abdullah di nava PDK de wek endam hat qebûlkirin.

Helbet Bafel Talebanî û %90 kadro û endamên YNKê vê dîrokê nizanin. Wê jî nizanin ku ji wê demê ve, ji sala 1961 ve, Brahîm Ehmed hewl dide Partiya Demokrat a Kurd bixe dedtê xwe. Piştî ku Brahîm Ehmed nikarîbû PDKê bixe bin kontrola xwe, di sala 1964an de reviya Îranê û piştre ji bo rejîma Iraqê li dijî Pêşmerge çek hilgirt. Ji dedtpêka sala 1966ê dîroke reş ji xwe ra tomar kir.”

Hamid Gewherî

Back to top button