CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, sipêdehiya roja şemiyê 12.03.2022 ê, di çarçoveya Korbenda Diplomasî li Antalyayê digel Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiya.

Di civînê da rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, pêşxistina têkiliyên Tirkiyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên şerê Ukraynayê û rewşa herêmê bi giştî gotubêj kirin.

Birêz Wezîrê Derve yê Tirkiyê spasiya beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî di Korbenda Diplomasî ya li Antalyayê da kir û tekîd li ser wê yekê kir ku Tirkiye bi girîngiyê ve li têkiliyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa siyasiya Iraqê dinêre.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li Tirkiyê kir ji bo amadekirina civîna di navbera her du Wezîrên Derve yê Rûsya û Ukraynayê da, her wisa hêvî xwest ku dawî bi aloziyan bihêt, aştî û asayîşa navdewletî ji wê krîza dijwar derbas bibe û zêdetir qurbanî nehêne dan.

Li ser rewşa Iraqê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên digel hikumeta federal ya Iraqê li gor destûrê kir.

Back to top button