CivakRojev

Gerek balefira de agahdarî bi zimanê Kurdî hebin !

Axavtina û rojane bi karanîna zimanê Kurdî gelekî girîng e. Mixabin demek dirêj li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di aliyê siyasî de bi temamî qedexe bû. Herweha di gelek qada de ziman nahata axavtin. Lê li himber hemû cureyê qedexekirina dewletê, kêmasiya herî mezin a malbatên Kurd bûn ku, di nava malê de zimanê Kurdî kiset nakiran û zarokên xwe fêrî ziman nakiran.

Lê qonaxek hat ku qedexeya li ser zimanê Kurdî rabû. Hêdî dewletê jî wek vekirina TRT KURDÎ û qedexeya rakirina li ser ziman gavek avêt. Hêdî bi hesanî Kurd li bakurê Kurdistanê dikarin zimanê xwe biaxêvin û axavtina ziman teşwîq bikin.

Ji berî demekî kampanyak ji bo xwendevan di dibistanan de wek dersa bijarê dersa zimanê Kurdî hilbijêrin hate destpêkirin. Kemasî hebin jî vê kampanyayê cihê xwe girt. Gerek niha jî ji bo xetên balafiran yên bajarên Kurdan de zimanê Kurdî bê karanîn. Niha bi tenê zimanê Tirkî û Ingilîzî tê bi karanîn . Lê di rastiya xwe de gelek rêwî ne Tirkî û ne jî ingilîzî têdigihin. Ji bo ewlehiya rêwiyan jî bi karanina zimanê Kurdî gelekî girînge ê heta pêwistiyeke.

Ji berî niha demek dirêj di vê derbarê de hinek pêşniyar hatîbûn kirin, lê wezîrê weguhaztinê yê Tirkiye dabû xûyakirin ku; Ji bilî zimanê Tirkî û Ingilîzî em nikarin zimanek din bi balafiran de bi karbînî. Lê tu bingehek ji daxûyaniya wezir re tunebû.

Eger cardin dezgehên ziman ê partiyên siyasî di vê derbarê de dest bi kampanyayekî bikin dê gelek başbe. Ev yek dê bibe gavek ji bo fermî bûna zimanê Kurdî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê.

Back to top button