Polîtîk

Serok li Zaxoyê ye

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî îro sibehê giha bajarê Zaxo. Roja înê li bajarê Zaxo, piştî nimêja înê bi dehan kes ji mizgeftê derketin û êrîş birin ser dikanên meyfirotinê, nawendên masajê û hinek ji wan cihan şewitandin.

Di van bûyeran de nêzikî 32 kes ji hevwelatiyan birîndar bûn. Di bûyeran de 14 dikanên meyfiroş û 4 cihên ku masajê dikin, hatin şewitandin. Piştî van bûyeran xelkek din kom bû û erîş birin ser baregehê Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) li bajarê Zaxo. Li Duhok û bajarokê Sêmilê YÎK hate protetokirin.

Doh piştî van bûyeran Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo ku lêpirsînek berfireh di derbarê van bûyeran de bête kirin komiteyek taybet saz kir. Dê ev komîte lêpirsînek berfireh li Duhok û Zaxo bike.

Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) doh daxuyaniyek belav kir û tê de ji bo şewitandina baregehên wan Partiya Demokrat a Kurdistanê tawanbar dike. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daxuyaniya YÎK-ê red kir û herweha ji bo îdiaya ku YÎK-ê kirî daxwaz kir ku, YÎK doza lêborînê ji PDK-ê bike.

Di derbarê bûyerên Zaxo de hinek daxuyaniyên cuda hatin belav kirin. Serokê Kurdistanê serdana Zaxo kir û piştî vê serdanê dê bêhtir bûyer bêne ronî kirin.

Rojevakurd

Back to top button