Civak

Polisan gencek kurd kuşt

Li Diyarbekir ê devera Baglar xwepêşandanek pêkhat û polisa midexeleyê xwepêşandanê kirin. Di nav polis û xwepêşandanan de hevçûn çêbû û di encam de gencek kurd jiyana xwe ji dest da.

Gencê kurd Murat Eliboz ji devera Çinarê ye û li bajarê Wanê xwendevanê zanîngehê bû.

Xwepêşandana ji aliyê BDP-ê ve hatî amadekirin, dema belav bûyî beşek ji xwepêşanderan berê xwe dan devera Baglarê. Polisan bi tundî midexeleya vê grubê kir. Murat Eliboz jî di nav vê grubê de bû. Murat  bi guleyên polisan jiyana xwe ji dest da.Gule ji şûn ve hatiye avêtin pişta Murat Eliboz ketiye. Îro li bajarokê Çinarê cenazê Murat Eliboz tê rakirin.

Back to top button