Polîtîk

Analîzek li ser bûyerên Zaxoyê

 

 

Dibe ku pirsgirêka rabîteya Îslamî û dezgeha xêrxwaziyê ya Barzanî aliyekê din yê problemê be

Ya kul i Badînan qewimî bûyereke sade nebû û zû jî bidawî nayê

Dijayetîkirina bar, senterên mesajê û hotelan bêhna pirojeyê yasayê Komela îslamî jê tê

Bihna her tiştî ji wê bûyerê tê, dawîhatina kabîneya şeşê û herwesa  civîna Barzanî digel kurdên sûrî

Bi van serdêrên li jor Xwfur Hîranî dest bi nivîsa xwe diek.

 

 

Xefur Hîranî di nivîsa xwe de ku li malpera Nûçenet da weşandiye, dinivîse ku bûyerên Badînan çend aliyên wê hene; yek ji wan peywendî bi bihara erebî û pêla bihêzbûna îslamiyan di hilbijartinan de heye, îslamiyên Kurdistanê hewil didin ji wî karwanî paşve nemînin û wêneyên bihara erebî li Kurdistanê petrume bikin.

Aliyek din ewe ku piştî  di navbera Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û dezgehê xêrxaziyê yê Barzanî  giriftarî peyda bû, kîna yekgirtua Îslamî li hember Partiyê zêdetir bû. Giriftariya rabîteya Îslamî û saziya xêrxaziyê ya Barzanî aliyekê din yê pirsgirêkê ye û mirov bi hêsanî dikare têbigihîje ku vê pirsê birîneke kûr di hinavên wê partiya îslamî de çê kir. Aliyekê din jî yê meseleyê ew ku rabirduyê hêzên îslamî wê yekê ji me re dide xuya kirin ku êrîşkirina cîyên tûrîstî beşeke ji praktîzekirina nexşeyê wan yê hizbî û dînî.

Hîranî di beşek din a nivîsa xwe de dinivîse ku ew demek bû her kes û alî digot ku hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyê bi sektora tûrîzê nade û gileyî dihat kirin ku sektora tûrîzmê li herêma Kurdistanê lawaze û jiber hindê weke pêwîst tûrîst qesta herêma Kurdistanê nakin. Lê aliyên îslamî xelkê sade teşwîq dikin cîyên tûrîstî bişewitînin:

Her dema hêzên îslamîyên siyasî dest didin pirojeyekî, ez jê ditirsim, ji ber ku di nav rêzên  wan pirojeyan de ku, li gor wan ji bo berjewendiya xelkê ye, gelek dîwan û paragrafên tirsinak  ku ji bo kuştina wê hêviya çend salane rewşenbîr xebatê jê re dikin û li ser dinivîsin û qurabaniyê jê re didin hene. Ji ber hindê ew tiştê nuha bi navê dijatiya (bar, senterên mesajê û hotêl) heye bêhna pirokeyasayê Komela Îslamî jê tê ku ji bona qedexekirina leşfiroşiyê û dikanên meyfiroşiyê pêşkeşî parlamentoya Kurdistanê kiriye.

Nivîskar dinîse ku gelek bêhin  ji wan bûyeran tê weke dawîhatian kabîneya şeşê a hikûmeta herêma Kurdistanê  û civîna serokê herêma Kuridtsnê digel kongireya niştimaniya kurdên Sûriyeyê.

Hêsantirîn rêya xebatê ji bo îslamiyên siyasî ew ku êrîşî bar, senterên mesaj û hotêlan bikin, ji ber ku bi awayekî ne îlankirî piraniya xelkê dijî wan cîyan in. Îslamî dizanin ku kes bi eşkereyî wê katagoriya civakî ku alkahol bikartînin yan karê firotina alhahol bike naparêze. Lê divê bê zanîn ku yên li Kurdistanê wê kasibkariyê dikin kurdistanî ne bes bîrûbaeriyeke cuda ji îslamê yeke; êzidî û mesîhî ne. Bi van kiryarên xwe hêzên îslamî sîmayê Kurdistanê li ber çavên dinyayê naşirîntir dikin.

(Weke tê zanîn beriya çend rojekan heyva sora Îamarat biryar da ku bi rêya saziya xêrxwazyê ya Barzanî alîkariya zaokên bi dayîk û bav yên Kurdistanê bikin. beriya nuha bi rêya rabîteya îslamiya Kurdistanê heyva sora îmaratî alîkarî dikir.)

 

Back to top button