Vîdeo

Serok li rêwresma bîranîna enfala Behdînan (video)

 

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya li rêwresma bîranîna Enfala Behdînan

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên birêz… 

Kesukarên enfalan…

Silavên xwedê li ser we hemûyan bin..

Pêş her tiştekî ez destxweşiyeke germ li Wezareta Karubarê Şehîd û Enfalan dikim, ji bo rexsandina van derfeta û bîranîna van bîranînên wiha diltezîn û spasiya hemû biraderên ku ji bo amadekirina vê bîranînê keda wan derbasbûyî, spasiya hemûyan dikim.

Xuşk û birayên birêz… 

Birîna enfal û kîmyabaranê birîneka gelek kure, birîneka kure û zehmete jî bête sarêjkirin û pêçandin, bes lazime neyê ji bîrkirin ne bo hindê ye ku em xwe û milletê xwe fêrî tolvekirinê bikîn, belkî ji bo wê hindê nabê bête ji bîrkirin careke din dûbare nebê ev karesat, û îllah gelê Kurdistanê bilindtirîn û mezintirîn û mirovanîtirîn ders nîşa hemû dinyayê da wextê raperîna 1991 ê‌, dû feyleqên artêşa Iraqî, ew artêşa van hemû tawanan encamdayî, gelek ji wan ew bûne yên li vê qelê da ew xelk şehîd kirin, li Helebçe xelk kîmyabarankirin, ketine destê gelê Kurdistanê û kesukarên enfala, axaftineke nexweş jî negot yekê û birêz pêşwaziya wan kirin, bes ji bo min bînin, li kûdera dinyayê milletekê din bi vî edeb û terbiyeyî û bi vî ehlaqî û bi van bîr û baweriyên mirovayetiyê wê têda peyda bibe?, Eve tenê gelê Kurdistane ku vê bike, me xelkê din jî dît, rojekê ku derfetên xwe dîtin serê hevdû birîn, belê babê çend zarokên enfalkirî, yan birayê wî, ew leşkerê ku kurê wî û birayê wî enfalkirî, nan dayê û rêz lê girt, milletê Kurd xwedî vê ehlaqê bilinde, ji ber wê hindê dibêjim: Milletê Kurd pêwîstî bi wê hindê tûne kes dersekê bidiyê yan şîretekê lê bike, belkî hemûyan pêwîstiya bi wê hindê heye bên ji milletê Kurd fêrî edeb û lêborîn û pêkvejiyanê bibin, bes nabê bête ji bîr kirin, gencên me û xelkê mê lazime bizanin ku ev hemî şehîde û ev hemî qurbanîdane ev rewşe ji bo me dirûstkiriye, hezarehan genc evê cenazên wan, hindek hatiye dîtin û beşê herî zêde jî nehatîne dîtin, ew yên çuyî da ewên mayî bimînin.

Bêguman karekê gelek divê, emma Hikûmeta Herêmê û bi taybetî Wezareta Karubarên Şehîd û Enfala pêdiviye karekî rojane bikin bo wê hindê ev tawane bi jenosayd bête nasandin li ser asta navneteweyî, her çende cihê pêzanîneka mezin bu ku Parlemena Iraqê wê biryarê da û wekî jenosayd hate nasandin, bes lazime li ser asta navneteweyî jî ev tawane bi jenosayd bête nasandin.

Dijminê gelê Kurdistanê ferq û cudahî nekir her ji Zaxo heta Xaneqînê‌, her çi ji destê wî gihîştê şehîd kir, enfalkir, kîmyabarankir, lazime eve dersek bê ji bo me weku Kurd, eger kesek bi awayekî din bîr bike, heqe bîra xwe li vê bîne, eger em jî ferq û cudahiyê bêxîn navbera xwe, dijmin naxê navbera me, tu caran dijmin nehatin li ser çi meseleyên din welatê me wêran bikin, ne pirsa olî me hebûye, ne pirsa mezhebî me hebûye, ne pirsa aborî hebûye, bi tenê û tenê hebûna me wekî Kurd tawan bû, vêca ev Kurde çi dînek û çi mezhebek û çi îdeolojiyek û xwedî çi îdeolojiyekê be, bi nîsbeta wan tawan bûye, madem tu Kurdî tu musteheqê kuştinêyî.

Ji ber wê hindê ku careke din ev tawan dûbare nebin, yêkrêziya milletê Kurd mercê serekiye, hişyariya milletê Kurd mercê serekiye, û elhemdulîlleh îro dinya piştevane bo milletê me, zehmete careke din kesek vê derfetê bibîne ku wiha bike, her çende renge kesek hebin niha jî bîr li wê hindê bikin eger derfet bo wan hebê, bi hêviya xwedê ew roj çû, ew roj çû ku careke din karesateke wiha li ser milletê Kurd bê, bes dîsa lazime em hişyar bîn, em hişyar bîn bo wê hindê‌, eger kesek bîr bike, ji bo desthilat nebê û pê çê nebê wê bike.

Em lazime spasiya xwedayê mezin bikîn û spasiya xweragiriya vî milletê qehreman bikîn. 

Xuşk û birayên berkeftî… 

Kesukarên enfala… 

Eve vê gavê ku me vê pêşangehê dîtî ev hemû wêneyên diltezîn û yên ku xwînê ji cergê mirov tînin însan bibîne, gelek ji wan jin û zarok bûn, xwe Pêşmerge nebûn ewên ku cenazên wan niha li vê pêşangehê de nîşandayî, bes bibînin ew li cem xwedê jî merteba wan mezine û şehîdin û yê di dilê milletê xweda dijîn, hûn jî serbilindin, ji bo her kesekê şerefe eger li durve jî yek ji we bibîne, bes çarenûsa wan mucriman bibînin çi li serê wan hat?, Eve cihê xweşhaliyê ye, û heman demî de cihê daxeka girane, bes xwe bibîne hûn gihîştin kû, û dijminê we çi bi serî hat, mirov divê şukir ji xweda bike, spasiya xwedê bike eve bi serê wan hat, û eve derseke ji bo hemû zalimekî, her zalimek ku bi vî awayî zulmê bike û xedir li milletekê feqîr û bê desthilat û hejar bike, millet dê serbikeve, zalim jî têk diçe.

Careke din silavên xwedê li ser we hemûyan bin, û bi hêviya xwedê Kurdistan dê her avabe û xwedê dê sebrê bide we û me hemûyan û şehîdên me jî bi hêviya xwedê cihê wan bihûşta firehe û gelek spas. 

Back to top button