Ji Roboskiyê heta Enqerê meşa aşîtiyê

Redkarê Wîjdanî Halîl Savda, dest bi meşa aşîtiyê a ku herî kêm wê 40 rojî dewam bike. kir. Halîl Savda, meşa xwe li bajarê Şirnexê, navçeya Qilebanê li gundê Roboskiyê da destpêkirin. Çalakvan Savda, doh starta meşa xwe a şîtiyê da. Ji Roboskiyê heta paytexta Tirkiyê Enqerê wê bimeşe.
Bi minasebeta roja aşîtiyê, 1ê Îlonê, li gundê Roboskiyê hîn ku dest bi meşa aşîtiyê nekiribû, çû serdana goristana gundiyên Roboskiyê yên ku di 28ê Kanuna 2011 an de bi balafirên şer yên dewleta Tirkiyê hatibûn bombekirin û jiyana xwe ji dest dabûn û li ser goristanê hestên xwe anîn ziman.
Aktîvîst Halîl Savda wiha axifî: Ez ji bo ku şer û pevçûnên li Kurdistanê bi dawî bibin, mizakere û diyalog bêne destpêkirin, daxwaziyên gelê Kurd bêne qebûl kirin û xwîna ku vê medirijê were rawestandin, dest bi vê meşê dikim.”
Li ser goristanê, bi beşdariya hemû gundiyên Roboskiyê Halîl Savda, dest bi meşa xwe a şîtiyê a ku wê 40 rojan dewam bike kir.