Polîtîk

Demîrtaş: "Li Tirkiyê ji pirsgirêka Kurd mezintir pirsgirêka Erdogan heye"

Li Wanê di civîna desteya giştî a partiya BDPê a bajarê Wanê de Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş peyivî. Di axaftina xwe de giranî da rexneyên Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan. Selahattîn Demîrtaş wiha peyivî: Li Tirkiyê ji pirsgirêka Kurd mezintir, pirsgirêka Erdogan heye. Ew pirsgirêka herî mezin a AKPê ye jî. 45 rojin ku PKK li Şemzênanê serdestî xistiye destên xwe. Ger ku hemû rêyan PKK kontrol dikiye, ku vê jî tu dibêjî, tu îtîraf dikî û dibêjî, ‘bê PKKê ti kes nikariye li wira gavekê bavêje’, ku tu dibêjî hilbijartinan jî PKK diyar dike, wê wextê bila ez derewker bim û tu jî yê ku rastiya dibêje.

Demirtaş anî ziman ku, haja desteya wezîran jê tine lê Tirkiye xistine şer.  Demîrtaş, siyaseta AKê a li hemberî Suriyê û erdheja Wanê rexne kir û got: Em dibêjin li vî welatî şer heyei derdikevin dibêjin drewan dikin. Ku derew her roj ewqas cenaze,i tank û top çi ye? Hûn rastiyê çima vedişêrin. Hûn bi vê veşartinê dixwazin çi bikin, armanca we çi ye? Biûtên şer hatiye vê astê, em dibêjin werin em rêya çareseriyê vekin. Wana dibêjin talukeyeke ewqas mezin tine. Serokwezîr di weşana zindî de dibêje; wana qeymeqamê min direvînin, rêyan dibirin, karsazan tehdît dikin, serokên navçeyan direvînin. Ku ez dibêjim hûn dibêjin derew e. Tu dibêjî wana her der girtiye, ez dibêjim li Şemzînanê serdestiya qadê heye. Tu ji min re dibêjî derewa dike lê tu bi xwe îtiraf dikî û dibêjî, xeynî Riha û Dîlokê, li her derê serdestiya PKKê heye. Ger ku hemû rêyan PKK kontrol dikiye, ku vê jî tu dibêjî, tu îtîraf dikî û dibêjî, ‘bê PKKê ti kes nikariye li wira gavekê bavêje’, ku tu dibêjî hilbijartinan jî PKK diyar dike, wê wextê bila ez derewker bim û tu jî yê ku rastiya dibêje. Min tenê got Şemzînan di serdestiya PKKê de ye, te 20 bajar tevê kir. Ew jî tê vê wateyê ku, tu jî rewşê ferq dikî.

Di mijara Suriyê de jî Demîrtaş wiha peyivî: Serokwezîr û wezîrê karên derve serê dane hev û welat xistine şer. Bê tezkere û bê biryara desteya wezîran, welat xistine şer. Li Tirkiyê li hundir û derve şer heye. Hûn ê bi kêjan siyasetê vî şerî biqedînin. 

 

Back to top button