Polîtîk

Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

Vê êvarê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê  piştî serdana xwe ya bo Urdun û Misrê û pêkanîn çendîn civîn û hevdîtinan digel rayedarên wan her du welatan, vegeriya herêma Kurdistanê.

Li Balafirxaneya navdewletî a Hewlêrê serok Barzanî ji aliyê Berhem Salih serokê hikûmetê , Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê , Fazil Mîranî sekreterê polîtburoya PDK’ê  û çend berpirsên din yên hizbî û hikûmî ve hate pêşwazîkirin.

Weke tê zanîn serok Barzanî di gele şandeyeke ku  ji wezîrê kulturê yê herêmê Kawe Mehmud, serokê dîwana serokatiya herêmê Fuad Husên, berpirsê ofîsa têkiliyên derve ya herêmê Felah Mustefa û serokê desteya vegerhênanê ya herêmê Hêriş Muherrem pêkhat bû di roja 3ê vêmehê de ji Kurdistanê ber bi Urdin û Misrê bi rê ket bû.

Back to top button