Polîtîk

Hisnî Muberek li Qahîreyê pêşwazî li serok Barzanî kir

Îro sêşemiyê 06.07.2010ê li Qahîreya paytexta komara Misrê, Mihemed Hisnî Mubarek serokê komra Misrê pêşwazî li Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û şandeya pê ra kir.

Di civînekê de ku Ehmed Aboxeyîs wezîrê derveyê Misrê amade bû, çand pirsên gerim û aktuel di rojeva siyasiya Îraqê de, mekanîzma serxistina pirosesa siyasî li Îraqê û pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hatin minaqeşe kirin.

Serok Barzanî di civîna bi serokê Misrê ra tekîd li ser pêkanîna hikûmeteke niştimanî û berfireh ku hemû aliyên siyasiyên Îraqê tê de beşdar bin kir.

Mihemed Hisnî Mubarek serokê komara Misrê piştevaniya xwe bo dîtinên serok Barzanî diyar kir û got ku Misir dê konsolaxeya xwe li Hewlêrê û konsolxaneyekê jî li Besreyê başûrê Îraqê veke.

Back to top button