Elî Bapîr sivkatiyê bi Ey Reqîb dike
Elî bapîr emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê di daxuyanueke xwe de bo malpera komelNews ku malpera fermî ya partiya Elî Bapîr e, sivkatiyê bi sruda niştmaniya gelê kurd Ey Reqîb dike û wê siruda niştmanî bi neşeriî wesif dike û dibêje: ”Siruda Ey Reqîb siruda netewî nîne, ew ya Partî û Yekêtî yê ye”
Gelek alî li dijî van gotinên Bapîr derketin û reaksyon nîşan dan. Yekemîn reaksyon ya rewşenbîr û nivîsakran bû. Nêzîkî 60 rewşenbîr û nivîskarên di beyanameyekê de gotinên emîrê Komela Îsalmî pitotesto kirin daxaz ji Elî Bepîr kir ku ji gotina xwe poşman be û daxaza lêborînê ji gelê Kurdistanê bike û dibêjin: ”Ne ji mafê Elî Bapîre ku sivkatiyê bi sruda Ey Reqîb bike û bi milkê Partî û Yekêt yê nav bike.
Mihemedî mela Qadir endamê polîtborura KDP li dor gotinên Elî Bapîr reaksyon nîşan de û dibêje: Elî Bapîr bi xwe neûeriî ye, ji ber hindê nabe ew behsa şeriî bike. Kê ew heq daye Elî Bapîr fetwayên şeriî bide. Elî Bapîr ew maf nîne fetwayên şeriî bide.
Osman Ocelan jî li dijî fetwaya Elî Bapîr derket û got: Di dema Komara Mihabad da siruda Ey Reqîb weke siruda fermî ya netewîya gelê kurd hatiye qebûl kirin. Li bakûrê Kurdistanê jî ew siruda netewî ye. Ey Reqîb siruda gişt gelê Kurdistanê ye kes nikare înkarê jê bike.
Dilêr Mihemed mamosteyê kolêja zanistên siyasî li zanîngeha Silêmaniyê, li ser gotinên Elî bapîr got: Elî Bapîr ji aydolojiya îslamiya selefî hizir dike, bi wan gotinan wî şiura bi milyona kurdan li sertaserî Kurdistanê birîndar kir. ji ber hindê ew gotinên wî derheqê siruda niştimanî gotîn nayên qebûlkirin. Elî Bapîr û bi seda kesên weke wî nikarin dîroka gelê kurd ji holê rakin. Ji ber ku li jêr siruda Ey Reqîb bi hezaran kesan alaya şoreşgêriyê li Kurdistanê bilind kiriye. Bi sedan kes jî bo wê sirudê ber bi xilfa sêdarê çûne.
Dilêr Mihemed dibêje ku Elî Bapîr dîroka miletê xwe nizane û baştir e ew li Siudî û Yemenê be cîyê wî li Kurdistanê nîne. Divê Elî Bapîr daxaza lêborînê bike.
Weke tê zanîn Elî Bapîr di gelek miasibetan de di dema gotina siruda niûtimanî de ew ji bo siruda netewî narabe ser piyan. Lê ew ji bo sruda niûtimaniya Îraqê radibe ser piyan û hurmetê ji siruda Eyreqîb re nagirire û wê neşeiî wesif dike lê Elî bapîr hurmetê ji bo siruda niştimaniya îraqî nîşan dide.
Hindek zaniyarî ji Civil hatîne wergirtin