Polîtîk

Serok Barzanî û Mazlum Ebdî civiyan

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, “Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.”

Endamê Boruya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civîna Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî daxuyaniyeka belav kir.

Zêbarî li ser civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî got:

“Civîna îro ya li Hewlêrê ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û Fermandeyê HSDyê yê Bakurê Sûriyeyê de ji bo bihêzkirina yekrêzî û pêgeha Kurdan a li Sûriyeyê û li Şamê ji bo veguheztina siyasî ya aram destkefteke girîng e.

Spas ji bo hemû hevpeyman û hevalan.”

Back to top button