Polîtîk

Serok Barzanî û Generalên Amerîka rewşa Kobanê nirxandin

Îro sêşem 28.10.2014 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Iraq û hejmarek berpirs û şêwirmendên serbazî ya Pentagon û ji artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku birêz Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Enwer Hacî Osman Cîgirê Wezîrê Pêşmerge û Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan û Cebar Yawer Endamên Fermandeya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Sefîn Dîzeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn, di destpêkê de General Lloyd Austin pîrozbahiya wan serkeftinan li Serok Barzanî kir ku hêzên Pêşmerge li jêr serpereştiya Serok Barzanî li bereyên şer bi destxistine û serxweşiyê jî li kesukar û malbatên wan Pêşmergeyan kir ku li van şeran da canê xwe bext û gorî kirine û şehîd bûne. General Lloyd Austin di derbarê serkeftinên Pêşmerge de zêdetir axaft û wê yekê xisterû ku li ser rastiya qad û meydanî de Pêşmerge karî ustûreya Da’îş têkbişkênê û bîke hêzêkî revînê ku nekarê xwe rabigrê. Niha bi sedema serkeftinên Pêşmerge li Rebî’e û Zûmarê Da’îş tûşî şepirzeyî û bê ureyî û bê moraliyê hatiye. 

Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka tekez li wê yekê jî kir ku hêzên welatê wî ji bo her operasyonek û li her bereyek ku Pêşmerge bi niyaze pêşrewî hebê amadeye berdewam bê li palpiştiya asmaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê. General Lloyd Austin spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê jî kir ji bo wan yarmetî û hevkariyên serbaziyên Herêma Kurdistanê ji bo Kobanê şandiye.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina General Lloyd Austin û şanda li gel kir û spasiya palpiştiya serbaziyên Amerîka û hêza hevpeymanî kir. Di derbarê bereyên şer û rewşa Pêşmerge Serok Barzanî eve jî xisterû ku dijmin şiyana rûbirûbûna raste rast nemaye û niha ji hemû demekî zêdetir îradeya gelê Kurdistanê û Hêza Pêşmerge bi hêze ji bo parastina Kurdistanê û têkşikandina terorîstên Da’îşê. Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo xweragirî û berxwedana Kobanê nîşan da û spasiya hêzên Amerîkayê kir ku hevkariya serbazî ya bi bandor pêşkêşî Kobanê kirine.

Her li vê hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên şer û pêwîstiyên Hêza Pêşmerge hate axaftin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû navçeyan ji terorîstên Da’îş bêne paqij kirin û her dû alî wê yekê dûpat kirin ku Herêma Kurdistanê û Amerîka li yarmetîdana Kobanê berdewam dibin.

Axaftina di derbarê gihandina hevkarî û yarmetîdana wan xelk û Pêşmergeyên li çiyayê Şengalê da mane û li şerê berdewamdane, mijareke dinê vê hevpeyvînê bû.

Back to top button