Li Hewlêrê serokwezîr pêşwazî li cîgirê Ban Ki-moon kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja sêşemiyê 18.10.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yan Îlyason cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (YN) û şandeya pê re ku, ji Nîkolay Mîladînov nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê NY bo karûbarên Îraqê û hijmareke berpirsên NY pêkhatibû, kir.
Di civînekê de, Îliyason behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê kir û got ku, her dema mirov digehe herêma Kurdistanê û wan dîmenan dibîne ew pêşketin û pêşveçûn dikevin berçavan, bala mirovî dikêşîne û ev yek cîyê çanaziyê ye. Wî bi navê NY û civaka navdewletî sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li yek milyon û pêncsed hezar penaber û koçberan kiriye, di heman demê de sersaxiyên xwe û yên NY pêşkeşî malbat û kesûkarên şehîdên pêşmerge kir û got ku, pêşmerge biwêrane şerê dijî terorê dike û hemû destxweşî û sipasiya li pêşmerge dikin.
Şerê dijî terorê, rewşa Kobanî û hinartina hêza piştevaniya pêşmerge bo wî bajarî û hewildana ji bo paqijkirina hemû deverên Îraqê ji terorîstên DAÎŞ mijaêrn din yên civînê bûn û tekîd li wê yekê hate kirin ku, pirsgirêk bi tenê bi rêya serbazî û bi rêya bikaranîna hêzê çareser nabe, lê digel rêyên serbazî divê di çarçoveya pirosesa siyasî de bi rêyên siyasî xebat ji bo çareserkirina pirsgirêkan li Îraqê bê dan û pirosesa siyasî bi awayekî bikeve ser rê ku, hemû pêkhate tê de hevbeş bin û nûneratiya hemûyan bike.
Her di vê çarçoveyê de cîgirê sekreterê giştiyê NY rola herêma Kurdistanê di pirosesa siyasiya Îraqê de bilind nirxand û beşdarîkirina herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de bi giringî û karîger wesif kir û got ku, hebûna îraqeke aram ji bo herêma Kurdistanê jî pêwîste.
Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, herêma Kurdistanê piştgiriyê li hikûmeta Heyder Ebadî dike û dixwaze şansekî bide hikûmetê daku hemû pirs bi rêya diyalogê bên çareser kirin. Barzanî sipasiya rola NY kir ku, di dema pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de rola lihevnêzîkirina Hewlêr û Bexdayê lîst.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa pêşhateyên şerê li dijî terorê kir û got ku, pêşmerge di çeperên pêşîn yê şerê dijî terorê de ye ku, şerekî giran e û pêşmerge li şûna hemû azadîxwazên cîhanê li dijî terorê dicenge. Barzanî dupat kir ku, pêwîstiya herêma Kurdistanê zêdetir bi hevkarî û alîkariyên serbazî û mirovî ji aliyê civaka navdewletî ve heye.