Polîtîk

Cafer Mistefa: Haya min jê tune YNKê çak ji Kobanî re şand be

Endamekê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke xwe de dibêje ku, haya wî jê tune YNKê çek ji bo Kobanî hinart be.

Cafer Mistefa endamê polîtbûroya YNKê û wezîrê berê yê pêşûmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de ji bo malpera Awêne dibêje ku, ew nizane ew çekê ji bo Kobanî hatîye hinartin çekê kê bû, lê ”ez dizanim amerîkiyan ew çek gihandiye Kobanî û madem amerîkiyan biriye diyare çekê wan bi xwe ye, vêca di bin her navnîşaneke d ebe bila bibe.

Mistefa dibêje: Haya min jê tune YNKê bi balefiran çek hinart be Kobanî.

Li dor hebûna Qasim Silêmanî fermandarê pasdarên Îranê li herêma Kurdistanê û bi taybetî li Slêmaî û derdûra wê, Cafer Mistefa dibêje: Qasim Silêmanî fermandarekî îranî ye û her kesê di şerê dijî DAÎŞê de alîkariya me bike em dê desrtxweşiyê lê bikin, vêca Qasim Silêmanî be yan her kî be. Em ji nîva dilê xwe destxweşiyê li dikin û şanaziyê pê dikin.

Weke tê zanîn di heftiya borî de herêma Kurdistanê bi balefireke Amerîkayê çek, cebilxane û derman gihandin Kobanî û YNKê di daxuyaniyekê de got ku, YNKê ew çek û cebilxane hinartiye û di bersivê de seroaktiya herêma Kurdistanê got ku, YNK mizayedê dike û ew çek û cebilxaneya ji bo Kobanî hatî şandin li ser navê herêma Kurdistanê û yê herêma Kudistanê bûye.

Berî Cafer Mistefa vê daxuyaniya bide, Berhem Salih jî gotibû ku, haya wî jê tune YNKê çek ji bo Kobanî hinart be.

Back to top button