Polîtîk

Pêşmerge ber bi Kobanê ve bi rêket

Ji bo parastina Kobanê pêşmergeyên Kurdistanê bi rê ketin. Ji Hewlêr Karwanê pêşmergeyan li Başûr ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bi coşek mezin tê pêşwazî kirin.

Herweha piştî deriyê Brahim Xelil li Silopî, Cizîrê, Kiziltepe heta bigihe Sirucê bi hezaran xelkê Kurdistana Bakur derketine ser rêya pêşmergeyan û bi alayên Kurdistanê û slogana bijî Pêşmerge pêşwaziyê li pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Bi vê biryara serokê Kurdistanê û erêkirina parlementoya Kurdistanê nêzingiyek di navbera beşên Kurdistanê û gavek ber bi serxwebûnê ve tê avêtin.

Back to top button