Polîtîk

Pêşmerge li hewara YPGê çû

Şevê din terorîstên DAIŞê êriş kirin ser navçeya Tel Koçerê û şervanên YPGê. Fermandeya Sefîn a Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û derbeyên mezin li wan dan.

General Zekî Kokerî Berpirsê Fermandeya Sefîn ji KDP.info re ragihand: “Şevîdin terorîstên DAIŞê ji aliyê Sûriyê êriş kirin ser navçeya Til Koçer ku şervanên YPGê tê de bûn, lê piştî pêşketina çekdarên DAIŞê, wan şervanan daxwaza akîkariyê ji Hêzên Pêşmerge kirin û em jî çûn bo hevkariya wan li dijî wan terorîstan.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Hêzên Pêşmerge piştî daxwaza birayên me li aliyê Rojavayê Kurdistanê, tenê di nava nîv seatê de em bi çekên giran bi wan ve çûn û me bi hev re ew êrişên terorîstan têk birin û bi tundî me li wan dan.”

Eqîd Zekî Kokerî ragihand: “Bi dilxweşî ti ziyanek negiha Hêzên Pêşmerge û piştî bidawî hatina wî şerî em vegeriyan cihên xwe.”

Berpirsê Fermandeya Sefîn amaje bi wê yekê da ku, “Çûna me bo hevkariya şervanên YPGê di rewngeha erkê exlaqî û neteweyî bû û em wisa fêr bûne ku bo parêzgarkirin li mirovayetiyê û rawestandin li pêşiya terorê li her çi cihî be, em kêmasiyê navkin.”

Back to top button