Polîtîk

Çûna pêşmerge bo Kobanî dîroka 1946ê dubare dibe

Li ser daxwaza Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û ku di hema demê de ew serfermandarên giştiyê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ye, parlamentoya Kurdistanê biryar de hêzên pêşmerge ji bo piştevanîkirina şervanên Kurd, bişîne Kobanî û ev biryara parlamentoya Kurdistanê ji aliyê kesatî, siyasetmedar û rewşenbîran ve bi biryarek dîrokî tê wesif kirin.

Li gor agahiyên wezareta pêşmergeyê Kurdistanê, 150 pêşmerge bi çekê giran û pêşketî û cebilxaneyek emzin ve amadeye biçe Kobanî.

Biçûna pêşmerge bo Kobanî dîrok xwe dubare dike û sala 1946ê li bîra kurdistaniyan tîne dema hêzeke mezin ji pêşmergeyê Kurdistanê bi seroaktiya nemir mela Mistefa Barzanî ji bo parastina Komara Kurdistan li Mihabadê, li Rojhilatê Kurdistanê, çû wê parçeya Kurdistanê û roleke sereke di bergirîkirina ji Komara Kurdistanê lîst.

Vê carê jî piştî bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ji alyê terorîstên DAÎŞê ve hatiye dûrpêçkirin û ketiye xeterê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê kir ku, biryara çûna pêşmerge bo Kobanî qebûl bikin û parlamentoyê jî di civîneke taybet de ew biryara dîrokî pejirand.

Back to top button