Polîtîk

Serok Barzanî û Beecroft rewşa Iraqê nirxandin

Îro pênçşem 28/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Stephen Beecroft Balyozê Emerîka li Iraq û şanda li gel kir.

 

Li hevdîtinê de, rewş û pêşhatên dawiya navçeyê bi giştî û Iraqê bi taybetî xistin berbehs û her du alî tîşk xistin li ser hewlên aramkirina aloziyên di navbera aliyê siyasiyan û pişgîriya xwe jî ji bo her hewlekî aştiyaneya çareserkirina kêşe û aloziyan dûpat kirin.

 

Balyozê Emerîka li Iraq behsa girîngiya hewlên Serok Barzanî kir û hengavên pêşiya wan hewlan jî li dirustkirina bingeheke baş ya mebesta peydakirina çareseriyekî bingehîn ji bo hemû gîr û giriftan bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku Washington pêşwaziya wan hewlên Serok Barzanî dike û gelek bi girîngî temaşa wan hevkarî û yarmetiyên ku Herêm pêşkêşî koçberên Suriye dike ku li gor agahdariya Washington % 91 ê koçberên nav Iraqê li Herêma Kurdistanê ne.

 

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî dûpat kir ku herdem li gel çareseriya aştiyaneya kêşeyan da ye û baweriya wî bi wê yekê heye ku hemû kêşe li rêya diyalogekî rasteqîne û bi pişt bestina bi destûr û peymanan têne çareser kirin û berdewam jî divê li hewlên komkirina aliyan ji bo gihîştina bi rêkeftinekî seraserî ku dawî bi tengasiyan bîne û welat jî biçê qonaxekî nû ve.

 

Di derbarê bi alîkarîkirina koçberên Suriye li Herêmê jî Serok Barzanî tekez kir ku hevkariyên Hikûmet û xelkê Herêmê berdewam dibê û hevkariyê jî bi erkekî neteweyî û mirovî da zanîn.

 

Back to top button