Polîtîk

Serok Barzanî telefona bavê şehîd Rêjwanî kir

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi telefonê peywendî bi Hacî Elî bavê şehîdê canemerg Rêjwanî, ku di bûyera roja 17.02.2011ê li bajarê Silêmaniyê şehîd bû, kir. Serok Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe pê ragehan dû jê  re got:

 – Kurê te, kurê mine, kurê vî miletî ye. Xwîna wî bi tu awayî belaş naçe. Yê ku bûye sedemê şahîdkirina wî, vêça her kes û alî be, divê bigihe cezayên xwe yên adil.

– Piştî min guhdariya peyma we, ya ku we pêşkeşî xelkê Kurdistanê kirî, kir, ez daxazê ji xwedayê mezin dikem ku mînakên wek we di nav miletê mede gelek bin û bi hewilên dilsoz û xemxorên vê tecrûbeya herêma Kurdistanê dê hedekî qanûnî bo wan tawanbarn danîn yên ku ji bo daxazên xwe yên pîs, çûyne nav xwenîşanderên bajarê Silêmaniyê yê xweştivî û bûyne sedemê şehîd û birîdarabûna çend hevwelatiyan.

Ji aliyê xwe ve Hacî Elî bavê şehîd Rêjwanî ji bo peywendiya telefonê sipasiya serok Barzanî kir û ji serok Barzanî re got:

– Bila xwîna kurê min bibe hêvênê aştiya miletî, ji ber ku dijminê me gelek in û dostên me kêm in. Sipas ji bo xwedayê mezin ku nuha kurd xwedî kîyan in ku bi xwîna şehîd û xebata gelê kurd û rondikên dayîkan bi destve hatiye. Eger ev kîyane têk çû kes nikare careke din ava bike.

Hacî Elî bavê şehîd Rêjwanî daxaz kir ku tu kes û alî ji bo armanceke taybet navê kurê wî yê şehîn îstîxlal nekin.

Back to top button