Partiyên kurda tevlîheviyê naxwazin
Serokê KADEP-ê Şerefettin Elçî, di derbarê rewşa heyî got ku, ji berî hilbijartina Tirkiye ketiye pêvajoyek hesas (zîz( de. Elçî da xuyakirin ku ew bi dikkat îdiayên ku heyîn dinirxînin. Hinek alî hene ku dixwazin ji berî hilbijartinan rewş tevlîhev bibe da ku bikaribin faydê ji vê bibînin.
Di vê derbarê de Şerefettin Elçî got: Divê berpirsên dewletê ji bo hilbijartin di warek aram de pêkwerin tedbîra bigrin. Em wek partî normên demokrasiyê li ser her tiştekîre digirin.Em dixwazin di warek demokratî û aram de hilbijartin pêkwerin, da ku îrade xelkê bikevê di Parlementoyê de.
Serokê HAK-Par-ê Bayram Bozyel di daxuyaniyek ya xwe de da kifşkirin ku, li herêma Kurdistanê tevgera kurd ne tenê partiyek e. Bi kiryarên ne demokratîk teng kirina siyasetê ji bo rêxistinên din bê wateye. Ev cara yekeme ku evkas ji bo çareseriya pirsa kurd mecal çêbûye. Ne mafê kesekiye bi tevliheviyê bikin da ku ev firsendna ku peyda bûyî ji dest herê.
Di vê derbarê de Bozyel got: Bi kêmasî jî be, pêvajoya vekirinê berdewam e. Di pêvajoya li pêşiya me ji bo çêkirina destûrek nû kar tê kirin. Tirkiye dikare gavekî pêşde herê. Niha ji bo çareseriyê hinek hêvî çêbûne, mafê kesekî tuneye bi tundiyê rewşek awarte pêyda bikin, ev yek di serî de zererê dide kurdan û ne di berjewendiya kesekî de ye jî.