CivakRojev

Serok Barzanî rûdana gundê Ferhatiye şermezar kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi tundî rûdana kuştin û bêseruşûnkirina hejmarek welatiyên gundê Ferhatiye ya parêzgeha Selahedîn şermezar dikîn.

Ji bilî wê yekê serxweşî û hevxemiya xwe ji bo kesukarên qurbaniyên vê rûdanê derdibrîn, tekez jî li wê yekê dikîn ku bi navê pêkanîna aramî û parastina jiyana welatiyan pêwîste Hikûmeta Iraq û aliyên peywendîdar û aliyên siyasî bi hemahengî li gel hevdû tixûbek ji bo van cûre tawanan deynin.

Mesûd Barzanî
18.10.2020

Back to top button