Kurdistan û Hîndistan peywendiyên xwe pêşdixin

Berî nîvroya îro yekşem 18/10/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Birender Singh Yadav Balyozê Hîndistan li Iraqê kir.

Li civînê de peywendiyên Hîndistan li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexda, guftûgoyên çareserkirina kêşeyên wan, pejika virusa Korona û encamên wê û rewşa revenda Hîndî li Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan.

Her du alî tekez li ser bihêzkirina peywendiyên aborî û berfirehkirina qebareya bazirganiya Hîndistanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku kerta taybetî ya Hîndî dikarê veberhênan û sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bike û hemû hêsankarî û piştgîriyeke wan dibe.

Her wiha behsa kultûra pêkvejiyan û lêborîniya li Hîndistan û Herêma Kurdistanê kirin û li vî derbarî de birêz Balyozê Hîndistanê bi kurtî di derbarê ezmûna pêkvejiyana pêkhatan û neteweyên cûda cûdayên welatê xwe xiste rû û pesnê wê kultûra li Herêma Kurdistanê kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî jî baweriya Herêma Kurdistanê bi retkirina tundutîjî û peyrewkirina guftûgoyê ya ji bo çareserkirina kêşeyan kir.

Li beşeke dinê civînê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li destbikarbûna birêz Subhash Chandra Kain Konsolê Giştî yê Hîndistanê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her wiha tekez li ser bihêzkirina alîkarî û hevbeşiya di navbera her du aliyan, bi taybetî jî li warê xwendina zanîngehê û bursa xwendinê li pîsporî û taybetmendiyên cûda yên ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên Hîndistanê kirin.

Nirxandina rewşa revend û destê karê Hîndî li Herêma Kurdistanê, aliyeke dinê civînê bû ku têda Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê rol û çalak ya karkerên Hîndî li Herêma Kurdistanê kir.

Nerîna min :