Nêçîrvan Barzanî tawana Ferhatiye şermezar kir

Gelek bi tundî wê tawana dirindane şermezar dikîn ku li navçeya Ferhatiye ya ser bi qezaya Beled ya li parêzgeha Selahedîn rûda û têda hejmarek welatî bûne qurbanî. Hevxemê kesukarên qurbaniyan û xelkê navçeyêyîn.

Daxwaz dikîn dezgehên peywendîdarên Hikûmeta Federal dikîn li peydakirin û destnîşankirina wan alî û grûpên terorîstên li pişt wê tawanêne eşkere bike û tawankaran rûbirûyê yasa bike û wan bi sizayên xwe bigihînin.

Erkê hemû hêz û aliyan ewe ku ji bo danîna tixûbek beranber êrîş û tawankarî û destdirêjiya berdewam ya li ser jiyana welatiyan û dam û dezgehan, hevkar û palpiştê hikûmetê bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
18.10.2020

Nerîna min :