CîhanRojev

Erdogan ji Kazimî xwest serdana welatê wan bike

Serok Komarê Tirkiye Receb Teyib Erdogan daxwaz ji Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê kiriye ku serdana welatê wan bike.

Li daxuyaniyeke Nivîsîngeha Serok Wezîrê Iraqê de hatiye eşkere kirin di nameka taybet da Recep Teyîb Erdogan Serokê Tirkiye bi fermî daxwaz ji Mistefa Kazimî kiriye serdana Enqere bike.

Li gor daxuyaniyê, Fatih Yildiz Balyozê Tirkiye li Iraqê nameya Erdogan gihandiye Mistefa Kazimî.

Back to top button