Nivîsar

Divê niştimanperwer metirsiya PKKê bibînin

Em tekez li wê yekê dikîn ewên bixwazin êrîşî PDK bikin û sivikayetiyê bi bihayên gelê Kurdistanê bikin, dawiyê de baca wî karê xwe didin. (Mesud Barzanî)

Wek tê zanîn eve demeke PKK bi medya xwe û daxûyaniyên rêveberên Qendîl bi awayek tund êrîşê PDKê dike. Medya PKKê nirxandinên xeyalî di derbarê PDKê de dike. Rojane medya PKKê di derbarê PDKê de senaryoyekî amade dike û di medya xwe de diweşîne. PKK gelek vekirî wek ajandeyekî bi cih bîne, xwe û derdora xwe ji şerekî dijê PDKê re amade dike.

Piştî li hevhatina hukumeta Kurdistanê û ya Iraqê di derbarê Şingalê de, di nava PKKê de panîkek destpêkir. PKKê êrîşên xwe zêdetir kirin. Herî dawî  Berpirsê Asayîşa Gumrika Serzêrî, Xazî Salih Alîxan roja pênçşemê 08.10.2020 ji aliyê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ve hate şehîd kirin.

Niha jî li Bexdayê hinek çekdarên Heşda Şeibî êrîşê avahiya PDKê li Bexdayê kirin. Ev yek jî delîlek herî berbiçave ku, PKK, Heşda Şeibî û hevalbendên wan yanî bereye xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê bi hevre awayek plankirî êrîşê PDKê dikin û ev êrîş kete warek pratikî de.

Li vê dere du xalên gelek girîng derdikevin pêş.

Yekem ewe ku, li himber van êrîşan PDK tene dîtina xwe ji Raya Giştîre ragihandiye û van êrîşan şermezar dike. Lê gelo PDK bawerî li wê yeke heye ku, tehdîta herî mezin li ser başûrê Kurdistanê û destkeftiya dîrokî yên Kurda PKK û hevalbendên xwe ne? Eger PDK ne di vê baweriyê de be, rewşa heyî û PKKê bi xwe baş şirove neke nikare tehdîta heyî bibine. Gelo wek pirsekî, di nava refên PDKê de, di nava dam û dezgehên PDKê de, di nava medya PDKê de sempatizanên PKKê hene yan na? Ji Zaxo heta Hewlêr çikas PKK î hene û çalakiyên ku dikin çikas tê zanîn? Wek din hinek dezgehên PKKê ve girêdayî bi çi sifatê li başûrê Kurdistanê şaxên xwe vedikin? gelo li gora destura Kurdistanê yasayîne ?

Ev çend pirsen serekene. Pêwiste PDK li ser van pirsa sere xwe biçekî biêşîne.

Duyem, li himber van êrîşên PKK li dijê PDKê dike, helwesta aliyên siyasî çîye? Gelek partî û rêxistin li Kurdistanê dema bûyerek peyda dibe, di cih de daxûyaniya dertêxin. Gelek cara kampanya ji bo “Yekitiyek Netewî“ li dartêxin. Behsa yekitya “Kurda“ dikin. Başe îro dema eşkere PKK êrîşên tund dibe ser PDKê çima bê dengin? Ewên îro li himber van êrîşan bê dengin, nabê sibe dema PDK wek mafek rewa xwe biparêze, wek cara biqirînin û dest daxûyaniya bikin û behsa hemû gotinên ku naveroka wan ji aliye PKKê ve hatî valekirin bikin. Wek “ şerê birakujî“ wek “Yekitiya Netewî“ û wekî din.

Li Bexdayê dema êrîşê Avahiya PDKê kirin sivikatî bi ala Kurdistanê kirin.Serok Barzanî di derbarê de bala herkesekî dikişine û dibêje: Em tekez li wê yekê dikîn ewên bixwazin êrîşî PDK bikin û sivikayetiyê bi bihayên gelê Kurdistanê bikin, dawiyê de baca wî karê xwe didin.

Nûçe/Analîz

N. Firat

Back to top button