
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hikûmeta Lubnanê ya bi Serokayetiya Cubran Basîl Wezîrê Derveyê Lubnanê kir. Şanda li gel Wezîrê Derveyê Lubnanê jî, ji Wezîrê Rûbirûbûna Gendeliyê û hejmarek mezine şêwirmendên Hikûmeta Lubnanê pêkhatibû.
Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Lubnanê pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên Da’îş li Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana xelkê Kurdistanê li şerê terorîstan de hebû. Her wiha spasî Herêma Kurdistanê kir ku hêsankariyeke tevahî ji bo kompanya û hemwelatiyên Lubnanê kiriye û amadehiya welatê xwe jî, ji bo pêşxistina peywendiyên siyasî û aborî û çandî yên di navbera her dû aliyan de ragihand. Her wiha hevkarî û hevdû nêzîkbûna zanîngeh û navendên zanistiyên Lubnan û Herêma Kurdistanê derbirî.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û xweşhaliya xwe jî, ji bo berfirehkirina peywendiyan yên li warê cûda cûdayên di navbera her dû aliyan de nîşanda.
Her li vê civînê de rûbirûbûna hizra terorê û her wiha kûrkirina çanda pêkvejiyan û hevdû qebulkirinê guftûgokirin û Serok Barzanî ronahî xiste li ser çanda kevnara gelê Kurdistanê ku bi tu awayek hestiyariya olî û mezhebî û neteweyî li beranber pêkhatan de tûne û ragihand civaka Kurdistanê hizra teror û înkarê red dike.
Di derbarê rewşa koçberan û avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên şerê Da’îş de, Serok Barzanî ragihand ku civaka navdewletî li yarmetîdana koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê de kêmterxem bûye.
Rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.