PDKê ji bo Kurdistaneke bihêz gava yekem avêt

Pisporên siyasî dibêjin, PDK bi rêya hikûmetê û serokatiya herêmê û parlamentoyê dê kar bike ji bo Kurdistaneke bihêz û destnîşankirina Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî nîşana wê yekê ye. Herwiha dibêjin, PDK dê bi rêya xizmetê û bihêzkirina Kurdistanê dê xelkê Kurdistanê xelat bike ku dengê xwe dan wê.

Pispor di warê pêwendiyên navdewletî de Dilşad Namiq ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê çavê xelkê hindurê Kurdistanê û derve li ser e. Çavê xelkê Kurdistanê di serî de li ser PDKê ye, ku kursiyên herî zêde yên PDKê ne û dirûşma wê avakirina Kurdistaneke bihêz e. Em karin bêjin tenê PDKê rast û zelal bû bi xelkê Kurdistanê re. Dema Kurdistan di şer û kirîzan de bû, PDK barê Kurdistanê avêt ser milê xwe. Niha jî hêviya xelkê li ser PDKê ye ku Kurdistaneke bihêz ava bike. Niha bi kandîdkirina Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo serokatiya herêmê û serokatiya hikûmetê, PDK pêngava yekê ji bo Kurdistaneke bihêz avêt, ku PDK dixwaze ji aliyê dîplomatîk û navdewletî jî pêngavên mezin bavêje, ku pêwendiyên navdewletî yên Kurdistanê dê ligel welatên cîhanê bihêztir bibin. Herwiha li ser asta navçeyê jî dê hebûna wan herdû kesan roleke mezin bibîne.”

Mamosteyê zanîngehê Berzan Usman ji malpera KDP.info re ragihand: “Di bangeşeya hilbijartinan de dirûşma PDKê avakirina Kurdistaneke bihêz bû. Ji aliyê abûrî û ewlehî û dîplomatîk dema Nêçîrvan Barzanî ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo serokatiya Hikûmeta Kurdistanê tên diyarkirin, tê wateya ku ew herdû kes nîşana Kurdistaneke bihêz û serkeftî ye. Çavê xelkê Kurdistanê li ser wê yekê ye ku di 4 salên bê de Kurdistan ji aliyê abûrî û siyasî û pêwendiyên navdewletî bihêztir bibe, herwiha zêdetir xizmeta wan bê kirin û guhertin di deselat de bê kirin.”

 

Nerîna min :